Raporteke mafnasî ya girêdayî bi wêneyên satellitan “kiryarên wêrankirina rêbazkirî”yên rijêma Esed û hevalbendên wê eşkere dike, û diyar dike ku hin bajar û bajarok ji encamê vê yekê ji binî ve hatine têkbirin û nişteciyên wan bi zorê hatine koçberkirin.
Tora Sûrî ya mafê mirov duhî roja pêncşemê raportek belav kir, têde bal kișandiye li ser wêrankirina 3 milyon xanî, û tekez kiriye ku bi rêjeya 90% ji wêrankariyan li ser destê hêzên Esed û Rûsiya bûne, û 70% ji wê wêrankirinê bi çekên asîmanî pêkhatiye, ew çekên tenê li rex rijêmê û Rûsiya hene.
Raport hatiye bi navê “wêneyên satellitan dupat dikin ku hin bajarokên Xûta rojhilat bi êrîşên firokên Rûsiya hatine jinavbirin”, û amaje dike ku rijêma Esed û Rûsiya bi awayekî bi mebest piraniya mal û avahiyan û bi taybetî dezgehên zindî bombebaran kirine, bi armanca gihandina nameyan bo navçeyên din yên dixwazin xwe ji destê rijêmê rizgar bikin, ku wê rastî heman çarenivîs û wêrankariyan bên, û çi alî ne NY û nejî konseya ewlekariyê nikarin wan biparêzin.
Torê di riya şirovekirina stratijiya ku Esed û Rûsiya û milîsên Îranê yên terorîst pêrew dikin, diyar kiriye ku wêrankirin bi awayekî berfereh hatiye bikaranîn ji bo bidawîkirin û jinavbirina sercem şêweyên opozisyona rijêmê, û lawazkirina civaka Sûrî bi awayekî tekûz, wek amrazekê pilangeriya şer li dijî opozisyonê.
Raportê diyar kiriye ku oparesyona dawiyê ya li ser Xûta rojhilat ji aliyê hêzên esmanî yên Rûsiya bi awayekî serekî û paşî ji aliyê topxaneya rijêma Esed û Îranê hatibû pêkanîn, û bûye sedema şehîdbûna 1850 sivîlî, ku bi rêjeya 85% navçeyên nişteciyan yên dûr ji çeperên şer hatine bombebarankirin.
Raportê gotiye ku oparesyonên pir û hovane yên dijî Xûta rojhilat li reşemha borî, her ji destpêkirina şoreşa Sûrî li adara 2011’an ve bêmînak in, û ji êrîşên hovane yên li ser taxên rojhilat yên Helebê li dawiya sala 2016’an girantir in.
Û tekez kiriye ku destpêkê Himus ji aliyê rijêma Esed bi awayekî bi mebest hat wêrankirin, û paşî wêrankarî berferehtir bû ber bi navçeyên din yên şoreşê ve, bi armanca koçberkirina xelkê piştî wêrankirina cih û warên wan, ku ev yek hatiye bi wateya bidawîkirina dijberiyê , eger bi wêrankirina jêrxana bingehîn û navendên zindî û avahiyan be jî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî