Navenda Sûrî ya azadiyên rojnamevaniyê ya kombenda rojnamevanên Sûrî di raporta xwe ya heyva adarê de, evro çarşembê, 16 binpêkirinên li dijî ragehandinê li Sûriyê di heyva bûrî de belgeh kirine, û destnîşan kir ko di heyva darê de ji çileyê paşî û sibatê bêtir bûne
Di raportê de hatiye ko beriztirîn bûyerên di heyva adarê de hatine belgehkirin; kuştina ragehênerekî û birîndarbûna 2yên din e, ko çalakvanê ragehandinê Mehmûd Ebdilal bi sedema êrîşên firokên Rûsî li ser gundewarê Cisir Elşixûr rojavayê Idlib hatiye kuştin, bi wê hejmara ragehênerên ko ji adara 2011ê ve navendê ew belgeh kirine giha 447 kesan.
Raportê diyar kir ko rêjîma Esed û hevalbenda wê Rûsya berpirsên bêtirîn cûreyên binpêkirinên kirêt li dijî rojnamevanan in, ko ragehênerek bi bombebarana hêzên Rûsî û ragehênerekî din bi topbarana rêjîmê hatine kuştin, û ragehênerekî urdinî li Sûriyê hatiye girtin.
Li gora raportê, Desteya Tehrîr Elşam ya herî bêtir azadiya ragehandinê binpê kiriye, ko ew berpirsa 8 binpêkirinan di hehva adara bûrî de ye, û rêkxistina Daiş berpirsa yekê ye her weha aliyên leşkerî yên din çar binpêkirin kirine.
Raportê tekez kir ko piraniya binpêkirinan li bakurê Sûriyê çêbûne. Li bajarê Helebê 8 binpêkirin, û li Idlibê 5, û yek li her yekê ji Hema Dêra Zorê û gundewarê Şamê, pêk hatine.
Navendê di dumahiya raporta xwe de daxwaz kir ko rêz li azadiya rojnamevaniyê bête girtin, û saxlemiya karmendên wê dabîn bibe, û lêpirsîn ligel berpirsiyarên binpêkirinan bibe, û daxwaza rêzgirtinê li madeya 19 ji ragehandina cîhanî ya mafên mirovan kir, ya ko dibêje: ‘’Her kesî maf heye ko bi azadî nerîna xwe derbibire, tevlî azadiya baweriyan bêyî ti têwerdan, û belvkirina nûçe û ramanan bi çi alavên hebin, bê ko bi çi sînor an cografyayê bendkirî bin. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî