Bi hezarên sivîlan li bajarên Sûriyê yên corbocor xwepêşindan kirin ji bo pirotestokirina “tawankariya” ko derheqê heft endamên bergiriya sivîl ya Sûrî li gundewarê Idlib li bajarê Sermîn şemiya borî çêbû. Û xwepêşanderan ragihandin ko ew piştgiriya xwe ya tekûz ji Rêkxistina ko bi dehhezaran xelk ji bin wêraniyê, piştî bombebarana rêjîmê û hevalbendên wê pêktê, rizgar kirine.
Û hejmarek ji çalakvanan û rêkxistinên civaka sivîl rawestandinên nerazîbûnê yên corbicor rêkxistin kirin, û nivîsgeha karûbarê jinê û guhdana zarokan li gundê Etma bakurê Idlib dirûşmên ko giringiya bergiriya sivîl diyar dikin û cudahî di navbera wan û berpirsiyarên kuştina wan de hildabûn.
Her weha navenda bergiriya sivîl li hemû bajarên ko têde kar dikin, rawestandinên nerazîbûnê rêkxistin kirine, û têde dirûşmên ko karê wan yê sivîl tevlî zehmetiyan berdewam e hildabûn, bi beşdarbûna çalakvanan û saziyên sivîl ên bajar.
Birêveberê nexweşxana zarokêan li Cebel Elzawiye Dr. Beşar Keyal berpirsiyariya sereke û tekûz ya tawankariyê da ser milê rêjîma Beşar Elesed û piştgirên wî, û doz li civaka navdewletî kir ko tawankaran destnîşan bikin û wan siza bikin.
Û Hevbendiya Niştimanî ev zêdegavî pirotesto kir û tekez kir ko ew rewşê dişopîne, û çi tiştê jê bê wê bike ji bo hûrbîniyên tawankariyê û dexsokên li pey radiwestin derxîne, û got:“zû be an dereng be, ewê têkevin berdestê dadmendiyê û sizayên xwe bibînin, wek her kesê ko tawankarî derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk aniye, û destê wî bi xwîna bêgunehan bûye.”
Rêkxistina berevaniya sivîl weke rêkxistineke serbixwe birîndaran çareser dike û kuştiyan ji bin wêraniyê derdixe û navê wan li tevaya Sûriyê belgeh dike, û navendên wê herdem tên amanckirin û endamên wê tên kuştin û birîndar dibin, û berê ji bo xelata nobilê ya aştiyê hatibû berbijêrkirin, û xelata “Li Şûna Nobilê ” ya Siwêdî sala 2016ê, û ya
“Oskar” ji bo çaktirîn kurtefilmê dokomentkarî wergirtine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans