Ji encama topbarana Rêjîma Esed ji gundewarê Idlib û yê Şamê re heft kes hatine kuştin, her weha du zarok bûne qurbaniyên mayînên ko rêkxistina Daiş li gundewarê Helebê çandine.
Toreya Sûrî Ya Mafên Mirovan, duh duşemê, di hin daxuyaniyên kurt de ko li ser malpera xwe ya elektronî belav kirine, ragihand ko 9 kes li deverên corbicor li Sûriyê hatine kuştin.
Toreyê got: “4 sivîl , şîrmijek û jinek di nav wan de, bi sedema bombebarana mûşekên rêjîma Esed li ser bajarokê Elmozerê li cebel Elzawiye li gundewarê parêzgeha Idlib hatine kuştin. ”
Bêtir got ko “du sivîl, yek ji wan zarok e, ji encama topbarana rêjîmê bi guleyên Hawinê li ser gundê Midêra Şerqî li parêzgeha Gundewarê Şamê hatine kuştin”, û toreyê got ku Rida Ehmed Eldura bi sedema wê bombebaranê hatiye kuştin.
Û berdewam kir: “du zarok ji malekê bi teqîna mayînekê ji danîna Daiş li gundê Elyalinî rojavayê Minbic li gundearê parêzgeha Helebê yê rojava berî jê vekişin hatine kuştin. ”
Destnîşan kir ko “topa rêjîmê bi guleyên Hawinê turumbêlek hawarhatinê ya bi ser berevaniya sivîl de li guhndê Midêra rojhilat li parêzgeha gundewarê Şamê topbaran kir, di encamê de ji kar ket û ziyanên darayî çêbûn.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî