Rêjîma Esed dixaze xelkên Xûta ji hêz û milîsên xwe re bike depoyeke mirovî, ku heta nuha 9hezar kes ji xelkên Xûta tevli hêzên xwe kirine.
Çalakvanên xwecihî gotin ku rêjîmê koçberên Xûta rojhelat yên ko çûne navendên hewandinê yên derdora Şamê, neçar kirine ko tevli hêzên wê an milîtanên bi ser ve bibin.
Çalakvanan diyar kirin ko rêjîmê bi hezaran xort li navendên hewandinê bi behaneya ku pirosêsa lihevkirinê derbarê wan bidawî nebûye girtine, û fişarê dide ser wan tako tev li leşkeriyê bibin beraber derketina wan ji navendê û dîtina xelkên xwe.
Hêzên rêjîmê siyaseta leşkerkirina neçar derbarê xortan li hemû herêmên ko xelkên wê koçber kirine dimeşîne, di rêya fişarê de li ser wan da bi neçarî tevlî rêzên wê bibin.
Hêzên rêjîmê kampanyeke girtinê derheqê 80 xortî ji zayîna 1990-1999 li derdorê mizgefta Hewa li bajarê Dûma li gundewarê Şamê di hefteya pêşî ji vê mehê li Şamê girtine da wan bibin leşkeriya neçar.
Her weha hêzên rêjîma Esed kampaniyek mezin meşand ji bo leşkeriya neçar feriz bikin li ser xortên di temenê leşkeriyê de û yên cuda bûne û yên neçûne leşkeriyê li bajarê Dûma ya li Xûta rojhelat a gundewarê Şamê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî