Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke xwe de duhî duşembê ragehand, ko wê wêneyên satelitan bidest xistine, têde qebareya wêraniya Xan Şêxûn li gundewarê Idlib tekez dike, û bal kêşand ser ko amanca hevalbendiya Rûsya û rêjîmê ew e, nimûneya Giroznî û Xûta rojhelat pêk bîne, û hejmareke mezin ji avaniyan wêran bikin, tako civaka Sûrî çavtirsandî bike.
Raportê destnîşan kir ko qebareya wêraniya bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib yê başûr; mîna ya Xûta Şamê ya Rojhelat di navbera sibat û nîsana 2018ê de ye, û berî wê taxên Helebê yên rojhelat dawiya sala 2016ê.
Li gora wêneyên ko bi satelitan ji bajarê Xan Şêxûn re hatine kêşandin, raportê 220 xal destnîşan kirine ko avanî ketine ber wêraniyeke mezin, û got ko nêzîk 35% ji rûbera bajêr bi tekûzî wêran bûye, û 40% ji avahiyan beşek ji wan wêran bûye, tê wateya ko nêzî 75% ji avahiyên bajêr beşek ji wan an bi tekûzî wêran bûne.
Raportê diyar kir ko hevalbendiya rêjîmê û Rûsya bi mebest ji destpêka operasiyonên leşkerî yên dawî li 26 nîsana 2019, bombebaran û wêraniyeke mezin ji avahiyan re û bi taybetî bargehên zindîdar li herêma kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê pêk aniye.
Raportê got operasiyonên bombebaranê yên ko herêma kêmkirina şerî ji 26 nîsanê de amanc kirîye, û bû sedema kuştina 1012 sivîlan, ji nav wan 272 zarok û 171 jin, bi destê hêzên hevalbendiya Rûsya û rêjîmê, û bû sedema derbiderbûna nêzî 630 hezar sivîlî, li gora ko ofêsa Netewên Yekgirtî ya hevrêzkariya karûbarê mirovî, û nekêmtir ji nîv milyon kesî li ser sînorê Tirkiyê daxwaza penaberiyê dikin.
Raportê anî ziman ko operasiyona wêrankirina berfireh bi bombebarana asmanî ne ji bêserûberî hatiye, lê ew bi pilan wêrankirina avahiyan amanc dike, tako niştecihên wan herêman çavtirsandî bike, û wan neçar bikin li ser dana çi qelenê buha, tako ji sizaya berdewam ji çend salan ve rizgar bibin.
Raportê serjimêriya bikaranîna hêzên rêjîmê û Rûsya ji berztirîn cûreyên çekan re li herêma Idlibê ji destpêka operasiyona dawî ya ji 26ê nîsanê de dest pê kir, heta eylûla 2019ê diyar kiriye, ku nekêmî 24 êrîşên bi çekên goşeyî, 12 rêjîmê cîbicî kirine, û 3 hêzên Rûsî, û nekêmî 21 êrîşan bi çekên sotandinê hemû bi destê hêzên rêjîmê pêk hatine.
Di raportê de hat ko hêzên rêjîmê mûşekêm bizmarî di heft êrîşan de bi kêmanî bikar anîne, her weha firokên rêjîmê nekêmî 3420 bermîlên teqîner avêtine, hem çekên kîmawî li gundê Elkebîne li gundewarê Laziqiyê bikar anîne.
Tora mafnasiyê ji nûnerîtiya mafên mirovan daxwaz kir ko kesên tawanên cengê û kuştar pêk anîne pirotesto bike , ji ber wan biryarên encûmena ewlehiya navdewletî binpê kirine, û daxwaz ji Rûsya kir ko nema piştgiriya rêjîmê bike, û mafê Vîto di encûmena ewlehiyê de bikar neyîne.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî