Desteya hawarhatina mirovî ya Navdewletî IHR got 10400 malbat li Xûta Rojhelat pêdiviya wan bi têwerdana mirovî ya lezgîn heye, tekez kir ko nêzîk 12.6% ji xelkên Xûta ji her alî ve şerpeze ne bi sedema êrîşên leşkerî yên li ser Xûta ko ji hêla rêjîma Esed ve ji encama operasiyoneke leşkerî ya tund.
Rêkxistinê di daxuyaniya xwe de anî ziman ko bêtir ji 4100 malbatî ji wan di jêrzemînên de ne, ko neamadekirî ne û bêyî çi mercên tendurustiyê ne, ko bûye sedema belavbûna gelek nexweşiyan bi taybetî li nav zarokan.
Rêkxistinê got ji destpêka sala 2018 ve û di heyva pêşî de hejmara şehîdan giha 206 şehîdî ji nav wan 53 zarok û 35 jin û du xwebexşkarên berevaniya sivîl in.
Rêkxistinê diyar kir ko hejmara birîndaran 915 birîndar in, ji nav wan 227 zarok û 221 jin û 5 xwebexşkar ji berevaniya sivîl in, her wewha bêtir ji 150 şehîdî û bêtir ji 400 birîndarî ketine di dehên pêşî ji meha sibatê de, û aliyên sivîl ragehandine ko gaza kilor ya jehrîn li bajarê Dûma sê caran ji destpêka salê ve hatiye bikaranîn, ko aliyên bijîşkî yên corbicor rewşên bêhnçikandinê yên 27 kesan piraniya wan jin û zarok in tomar kirine.
rêkxistinê diyar kir ku li gor aliyên fêrkirinê, dibistan bûne amanca bombebaraneke mezin û di encamê de 34 dibistan wêran bûne û hejmara şehîdan ji şagirt û kadirên fêrkirinê gihaye 10an û 16 jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya rêkxistinê de hatiye ko ev operasiyona rêjîmê ya dawî hişt ko xwendin li hemû dibistanên Xûta Rojhelat ko hejmara wan 253 dibistan in rawestiyaye, û bandor li 57132 şagirtî kiriye bi sedema bidûrxistine ezmûneyên wan yên nîva salê , her weha karê 4866 mamosteyan li Xûta hat rawestandin .
Daxuyaniya rêkxistinê tekez kir ko giringtir pêdiviyên bilez yên ko Deste wan dinirxîne, dabînkirina kartên ewlehiya xwarinê û hewandinê û pêdiviyên jibilî xwarinê, wek çenteyên tendiristî, cilên zivistanê ji bo bihezaran malbat yên ko xaniyên wan jidest wan çûne bi sedema wêraniya tekûz ya wan xaniyan, an jî bi sedema derbiderbûn û çûna wan ya neçar ji bo aliyên hinder yê Xûta, bi sedema operasiyona şer li ser herêmên wan.
alîkarê şandyarê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê Yan Îgland roja pêncşembê 2 heyvê daxwaza ragehandina agirbesteke mirovî li Xûta rojhelat bilez kiriye, tekez kir ko rewşa mirovî pir metirsîdar bûye.
Îgland anî ziman ko dawîtirîn karwanên alîkariyan bo herêmên dorpêçkirî 28 çêriya paşî derbas bûne. Her weha çi alîkariyên mirovî û bijîşkî derbasî çi herêmên dorpêçkirî nebûye , agahî da ko derkirina niştecihan ji çileyê pêşî de rawestiyaye.
Desteya hawarhatina mirovî ya navdewletî IHR daxwaz ji hemû aliyên navdewletî û yên piştgiriya darayî dikin kir ko jidil û bi kartêkerineke mezintir li rewşa mirovî ya bobelatî li Xûta rojhelat binerin û kar bilez ji bo rizgarkirina mirovahiyê li wir bikin, dorpêça ji pênc salan ve berdewam û zêdekirina stemkariya hêzên ewlekariyê, rewşa jiyanê ya bêtir ji 360hezar mirovî yên ku li Xûta rojhelat dijîn aloztir kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî / Toreya Beledî Niyûz