Ev zêdetir ji du mehan e hêzên rejîma Esed û Rûsyayê di oparesyonên leşkerî dijî deverên berfireh li bakurê Sûriyê û bi taybetî li devera bêçek betdewam in, ku têde bi sedan sivîl bûne qurbanî, ligel zêdebûna hejmara koçberan ji vê deverê bi awayekî berdewam.
Îro, tîma “Kordînatorên Bersivdanê” di raporteke xwe ya nû de got ku 264,87 hezar kes derbider bûne ji ber operasyonên leşkerî yên ji aliyê hêzên Esed û hevalbendên wê li ser deverê.
Raportê got ku sê kampanyayên leşkerî yên mezin li ser deverê hatine dukomintkirin, û diyar kir ku yekem kampanyaya leşkerî di cotmeha sala borî de bû, û têde 37 245 kes derbider bûne.
Herwiha diyar kir ku kampanya leşkerî ya duyemîn di kanûna sala borî de hatibû pêkanîn, û têde 41 367 kes derbider bûn, û kampanya leşkerî ya sêyem di sibata îsal de bû, têde 29 897 malbatan koçber bûn ku hejmara wan 186 258 kes bû, ku li zêdetir ji 35 cihên li devera Mertala Firatê û ya Şaxê Zeytûnê û deverên bakurê rojavayê Sûriyê hatin bicihkirin.
Tîmê diyar kir ku hevdem hejmara kuştî û birîndarên sivîl zêdetir bû ji dema imzekirina peymana Idlibê, heta gihişt 338 welatiyên sivîl, bi piranî li parêzgeha Idlibê bûn (257 sivîl) , di dema di navbera 17 tabaxa 2018 û 15 nîsana 2019 de.
Û diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl di dema kampanya leşkerî ya sêyemîn de bi serê xwe, gihişt zêdetir ji 254 welatiyên sivîl, 91 zarok di nav wan de hebûn.
Tîma Kordînasyona Bersivdanê tekez kir ku navend û binsaziya deverên bakur ji aliyê hêzên Esed û Rûsyayê ve hatin topbarankirin, tevî ku dahata wan ji berê de kêm e ji ber qelsiya çavkaniyan û piştgiriyê, û ev yek bi “tawaneke şer da zanîn ku divê encamdar bêne dadgehkirin”.
Herwiha hewlên Rûsyayê ya alîgira hêzên rejîma Esad ji bo valakirina herêmê ji niştecîhên wê, her ji destpêka sala 2015 heta niha di çarçoveya tawanên koçberiya bi darê zorê de dît.
Tîmê ji aliyê xwe ve, berdewamiya çalakiyên leşkerî yên “dijminane” ji aliyê hêzên rejîma Esed û hevalbenda wê Rûsya di dema bêdengiya navnetewî de şermezar kir, û bang li hemû çalakvanên mafên mirovan yên herêmî û navnetewî kir, ji bo piştgiriya sivîlên koçber yên roj bi roj hejmara wan zêdetir dibe bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî