Çend rêxistinên civaka sivîl û komîtên gelêrî yên Filistîniyan, daxwaz ji hemû aliyên navdewletî û rêxistinên mafên mirov û bi taybetî ji ajansa NY ya bixwarinkirin û bikarkirina penaberên filistînê “UNRWA” kirin, ku fişaran bêxin li ser rijêma Esed ji bo rawestandina kiryarên dizîn û talankirina malên sivîlên kampa Yermûk ya li Şamê.
Rêxistin û komîtên filistîniyan di daxutaniyeke hevbeş de tekez kirin ku serbaz û efserên hêzên Esed kiryarên dizîn û talankirinê, yên bi diyaredya “Elte’fîş” tê binavkirin dikin.
Daxuyaniyê da zanîn ku kiryarên dizîn û talankirinê rûmeta gelê filistînê binpê dike, yê ku her dem daxwaza bêalîkirina kampên filistîniyan ji bombebaran û wêrankariya hêzên Esed kiriye.
Daxyaniyê bal kişand ku diyaredya “Elte’fîş” li navçeyên rijêmê bi beşdariya efser û alîgirên rijêmê bûye rêbazeke siyasî ya rêxistî.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên Esed û milîsên mezhebperest, piştî çend oparesyonên leşkerî yên berfereh li aliyekî û pêkanîna agirbestekê ligel rêxistina DAIŞ’ê û raguhestina çeteyên wê ber bi Badiya Sûriyê li aliyekê din, karîn kampa Yermûk û taxa Elhecer Eleswed kontrol bikin, û nişteciyên wê ber bi gundewarê Hemayê de koçber bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî