Rojnama “The Washington Post” ya Amerîkî, îro roja çarşemê, hişyarî da ji krîzeke mirovî ya mezin li ser qedera bêtir ji 73 hezar kesên piraniya wan jin û zarok in li kampa Holê li gundewarê Hesekê.
Rojnameyê bi reşbînî behsa rewşa wê kampa li rojhilatê parêzgeha Hesekê kir, ya bi sed-hezaran kesên reviyayî ji dumahîk asêgeha çeteyên DAIŞê li bajarokê Albaxoz li gundewarê Dêrazorê têde hene.
Rojnameyê da zanîn ku kamp bûye weke “deryayeke bêsînor ji konên spî “, û diyar kir ku gelek çekdarên birîndar ên nedermankirî lê hene û gelek ji wan birçî ne.
Rojnameyê cext kir ku bi tenê 3 nexweşxane li kampê hene, û ew nexweşxane tije nexweş û birîndar in, û di nav de nexweşên giran hene ji ber şerê di çend hefteyên dawî de, ku bi piranî birîndar bi derzî û antîbiyotîk têne dermankirin”.
Kampa Hol, têra vehewandina 20,000 kesan dike, lê gelek xelk ji ber şerê di navbera milîtanên PYDê û çeteyên DAIŞ di çilê pêşîn de ber bi kampê koçber bûne.
Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî di dawiya sibata borî de ragihand ku 73 kes li”kampa Holê” di navbera sê mehan de mirine, ku nêzîkî du par ji sê parên wan zarok bûn, û daxwaza zûkirina pesendkirinê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo kampê kir.
Şêniyên kampê di mercên zehmet de dijîn ji ber paşguhkirina rewşa tenduristî û serma dijwar ku bû sedema mirina bi dehên zarokan, û hejmara miriyan roj bi roj zêde dibe, ji ber tunebûna xizmetên tenduristî û xizmetguzariyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat