Bergiriya Sivîl ya Sûriyê got ku çar kesên sivîl hatin kuştin, zarok jî di nav wande de hebûn, û sê kesên din jî birîndar bûn, piştî êrîşeke firokên rijêmê bi bermîlên teqîner û mûşekan li ser zeviyên bajarokê Eltmanah li başûrê Idlibê.
Çalakvanan ragihand ku vê sibehê êrîş ji aliyê firokên rejîmê li ser tax û navenda bajêr hatin pêkanîn. Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ev yek wek zincîreke dirêj û berdewam a tawanên şer û tawanên dijemirov dît, û dubare bang li Konseya Ewlekariyê kir ji bo standina pêgavên pêwîst ji bo parastina welatiyên sivîl.
Li gundewarên Hama û Idlibê pêleke koçberiyê ber bi deverên ewle de peyda bû, piştî pênc rojan ji êrîşên leşkerî yên rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsyayê.
Û ji destpêka meha tebaxê de, tîmên bergiriya sivîl bi hewara 68 bûyerên bombebaranê ve çûne, û navê 121 şehîdan jî hate dokumentkirin, di nav de 45 zarok û 28 jin, piraniya wan ji bajarê Idlibê bûn.
Û tîma hevrêzkirina bersivdanê li bakurê Sûriyê di daxuyaniyekê de got: “xelkê heşt gundan ji gundên Idlibê ji malên xwe koçber bûn, û rêjeya koçberiyê 80 ji sedî derbas kir, li gundên Um Celal, UK Elxelaxîl û Elfircê, û Elxwîn, Tel Şêx, Zhal, Elbraish, û Elrifeh.
Tîmê duh bangeke lezgîn da civaka navnetewî û rêxistin û desteyên siyasî li ser pêwîstiya rawestandina kiryarên leşkerî li herêma kêmkirina şer.
Tîmê diyar kir, ku koçber ber bi cihên tên texmînkirin ku ewle ne reviyan, û da zanîn ku bakurê Sûriyê bûye cihekî pir qerebalix, û nema têra pêleke din a koçberan dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê