Nêzîkî 200 sivîlî şehîd bûn û bi hezaran ji gundewarê her sê parêzgehên Îdlîb, Hama û Helebê di du mehên dawî de koçber bûn, ji encama topbarana berdewan ya ji aliyê hêzên rejîma Esad û balafirên Rûsya.
“Tîma Kordînsyona Bersivdanê” li Sûriyê, duhî roja duşemê di raportekê de, got ku wê koçberbûna 22746 malbatan û mirina 199 sivîlan belge kirine, û zarok di nav wan de hene , ji ber bombebarana hêzên rejîmê û Rûsya li ser deverên berfireh ên li bakurê Sûriyê, ji destpêka sibatê heta dawiya meha adarê sala 2019’an.
Tîma kordînasyona bersiva di dawiyê raporta xwe de, tekez kir ku 141406 kes ber bi herêmên rizgarkirî li parêzgehên Hema û İdlib û Helebê ji ber topbarana rejîmê û Rûsyayê koçber bûne.
Raportê diyar kir ku 199 sivîl, di nav de 76 zarok û keç hatine kuştin bi bombebarana hêzên rejîmê ji wan (163 li Idlib, 31, Hama, 3), tevî du kesên li parêzgeha Laziqiyê.
Raportê daxwaza sepandina fişaran li ser rejîmê û Rûsiya ji dezgehên navnetewî ji bo rawestandina êrîşên leşkerî li ser heman parêzgehan, û daxwaza rawestandina propagandayên derbarê bikaranîna çekên kîmyayî kir.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku armanc ji her karekî leşkerî ji aliyê rejîmê û Rûsya ew e astengkirina rêya çareseriya siyasî, û diyar kir ku hevalbendiya rejîmê bi rijdî hewl dide ji bo beravîtîkirina asayîş û aramiyê li herêmê bi rêya topbarana bi mebest.
Hevbendiya Niştimanî hemû binpêkirinên rejîma Esed şermezar kirin, û bang li civaka navnetewî kir ji bo parastina peymana Idlib û piştgiriya pêvajoya agirbestê.
Rêxistina Amnesty piştrast kir ku, rejîma Esed, bi piştgiriya hêzên Rûsya, navendên sivîl û saziyên giring li parêzgeha Idlibê piştrast kir, û hişyarî da ji dubarebûna senaryoyên li Helebê û Xûta rojhilat û Der’ayê hatibûn pêkanîn.
Tê zanîn ku parêzgehên Îdlib, Hema û Helebê rastî oparesyoneke leşkerî ya dijwar ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê hatin, ku bûne sedema kuştin û birîndarbûna gelek welatiyên sivîl ji ber êrîşên hewayî û agirê top û mûşekan, tevî ku ew herêm dikeve di nava peymana Turkiya û Rûsya ya agirbestê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî