Hêz û dezgehên rêjîma Esed di bidawîkirina jiyana girtiyan di zindanan de berdewam in, wek zincîreke tawankariyên cengê yên ko komîta peydeçûna rastiyan ya navdewletî ya bi ser netewên yekgirtî ve belgeh kirine, û dezgehên xwecihî anîne ziman ko di du rojên bûrî de nûçeyên şehîdketina girtiyin din bi êşkenceyê bi destê hêzên ewlehiya rêjîmê li Şamê belav kirine.
Acansa Simart got ku hevjîna girtî Ehmed Ebdilsetar Mensûr belgeha şehîdbûna wî ji hêzên rêjîmê wergirtiye, piştî girtina wî ya çar salan li çend zindanan ta ko gihiştiye zindana Seydnaya ya bi êşkenceyê navdar e.
Acansê diyar kir ko ewlehiya leşkerî ya bi ser rêjîmê ve, sala 2015ê Mensûr li cihê karê wî li bajarê Humsê girtibû, bi tawana ko wî di tevgera şoreşgerî de beşdarî kiriye.
Hêzên rêjîma Esed di vê dema dawî de lîsteyên navên qurbaniyan didin navendên nifûsê li parêzgehan tako rewşa wan ji saxiyê bikin mirî û sedema mirinê jî kirîza dil e.
Rêkxistina lêbûrîna navdewletî daxwaz ji rêjîmê kir ko bersiva sedema mirina wan bide, û tekez kir ko rêjîm di ber rewşa girtiyan ya tendiristî de berpirsiyar e, û sala 2017ê raportek bi navê ‘’Qesabxaneya Mirovî’’ derxistiye, têde hatiye ko hêzên rêjîmê 13 hezar kes li zindana Seydnaya piraniya wan sivîlên hevrikên rêjîmê ne bidar vekirine
Her weha xort Mazin Silîk yê ji bajarê Dûma li gundewarê Şamê piştî êşkenceya heft salan şehîd ketiye, Silîk ji Dûma ye sala 1979ê hetiye dunyayê, bi jin e û sê zarokên wî hene.
Jêderên xwecihî anîne ziman ko Mazin Silîk bi êşkenceyê şahîd ketiye ko ew sala 2012ê li ber rêbendeke Pasvanên Komarî li Şamê hatibû girtin.
Nûçeya şehîdketina Mazin Silîk û ya du xortan ji herêma Elhewla li gundewarê Hums yê bakur duşemba bûrî hate ragehandin, ko bi êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de hatine kuştin, ku ji destpêka şoreşê ve hatibûn girtin.
Berê jî toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de ya 28.06.2018ê kuştina 13hezar kes bi êşkenceyê piraniya wan bi destê hêzên rêjîmê ne, belgeh kiriye.
Rêjîm aşkerekirina çarenivîsa girtiyan red dike. Mafnas û çalakvan jî civaka navdewletî bi xemsariyê tawanbar dikin, ko fişarê nade ser rêjîmê tako çarenivîsa bi sedhezaran girtî û yên bi kotekî hatine veşartin aşkere bike, û wan berde û rêjîmê bide ber lêpirsînê li ser tawankariyên lidijî mirovîniyê.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî