Toreyeke mafnasiyê tekez kir ko êrîşên tund yên li ser parêzgeha Elsiwêda di tîrmeha bûrî de pêkhatin, destnîşan dikin ko rêjma Esed li pey wan bû, bi amanca ku dîsa bajêr kontrola bike.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan, diyar kir ko pencemuhra bikaranîna rêjîma Esed ji rêkxistina Daişê re li ser wan êrîşan heye, ji bo êrîşan li ser xelkê herêmê cîbicî bike.
Her weha got ku amanca serekî ji wan êrîşan ew e, bihêle xelkên Elsiwêda parastinê ji rêjîmê bixwazin, da kontrolkirina wê ji deverê re hêdî hêdî vegere, û fişarê bide ser dirziyan ji bo bi dehên hezaran ji zarokên xwe radest bikin bo tevlî hêzên wê bibin.
Toreyê di raporta xwe de ya bi navûnîşana ‘’Êrîşên hovane li ser parêzgeha Elsiwêda di navbera tiroristiya rêjîma Esed û rêkxistina Daişê’’, ko nekêmî 154 sivîlan ji nav wan 15 zarok û 19 jin hatine kuştin.
Û bal kişand ser ko zincîreke êrîşan li bajarê Elsiwêda roja çarşembê 25.07.2018 demjimêr (5 ta7) pêkhat, dema hin kesên xwe bi kemberên bombekirî pêçabûn xwe li çend taxên bajêr li bazara şînkayî û gereka Elmeşneqe û gereka Elnecme û taxa Elmeslex teqandin, di encama êrîşan de nekêmî 24 sivîlan -2 ji wan jin in- hatine kuştin û 50 birîndar bûne.
Raportê diyar kir ko di heman dema wan teqînan de komekê operasiyonên êrîşa ser heşt gundan li rojhelat û bakurê rojhelat yê parêzgehê pêk anîn, û ew gund ev in: ‘’ Elşenkî, Elmetûne, Elsiymere, Elşirêhî, Xeydet Hemayil, Dûma, Terba, Ramî‘’, û endamên wê komê ketin malên xelkê û xelk bi serjêkirina bi kêran û gulleyan kuştin.
Toreyê di raportê de got ku kirdeyên rêjîmê rê li pêşiya êrîşên rêkxistina Daişê hêsan kirin, û rêjîm wek berpirsyar dît, û bal kişand ser ko rêkxistina Daişê ew girtina ser malan û kuştina xelkê li xwe negirt, bi heman şêweyê ku bi wan êrîşên xweteqandinê li bajêr mukur hatin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ew operasiyon bo tirsandina xelkê ne, û di encamê de sûdemendekî din xuya bibe; ew jî rêjîma Esed e, û bal kişand ser ku çend raportên navdewletî tekez dikin ko pirotokol di navbera Daiş û rêjîmê de hene.
Çalakvanên bajarê Elsiwêda tekez kirin ko rêkxistina Daişê heta vê kêlîkê danûstandinê bo berdana girtiyan red dike, û dudo ji wan dardakirine bê ko sedemê diyar bike, ev tekez dike ko Daiş dixwaze tirsê di dil xelkê de biçîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî