Tuesday, 14 May 2019 16:03

Xelkên Efrîn ên di Kampên PYD de Bangî Rêxistinên Navdewletî Dikin da Destwerdanê Bikin ji bo Vegera Wan

Xelkê Efrînê li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku rê ji wan re vekin ji bo vegerin ser mal û milkên xwe, û dibêjin: Em di zindanê de dijîn.

Bangek ji xelkên Efrînê ên di kampên PYDê de gihişte malpera me dibêjin: Em di zindanê de dijîn em dixwazin rêxistinên mafên mirovan rê vekin da em vegerin ser mal û milkên xwe.

Xelkê Efrînê ên di hindirê kampan de tekez dikin ku rewşa wan pir xirab e, û nexweşî li nav zarokên wan belav bûne, û çekdarên PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê rê nadin wan ku biçin Helebê ji bo wergirtina çareseriyê.

Her wiha xelkên Efrînê didin xuyakirin ku çekdarên PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê bi hev re li ser rêbendên leşkerî ne li gundewarê Helebê.

Li gor bangê nexweşî li nav xelkên Efrînê bêhtir bûne.

ji nexweşiyên ku belav bûne: Lişmanya, rebû, êşên zik û hinek êşên din, û derman bo wan nehatine dan.

Di bangê de hatiye ku xelkê Efrînê dengê xwe bilind dikin û dixwazin çareseriyek were dîtin ji bo rewşa wan, û dibêjin çekdarên PYDê û rêjîma Esed û milîsên Îranê ew di hindir kampên li Ehres, Til Sosîn, Til Refhet, Til Qerah dorpêç kirine.

Ji hêla xwe ve rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bombe kirine, da ku welatî venegerin ser mal û milkên xwe.

Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê de dijîn.

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Xelkên Efrîn ên di Kampên PYD de Bangî Rêxistinên Navdewletî Dikin da Destwerdanê Bikin ji bo Vegera Wan