Monday, 08 October 2018 13:40

Xwecihiya Kobanê Salvegera Terorkirina Mişel Temo Vejand

Li ser vexwendina Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî salvegera terorkirina yek ji stûnên şoreşa Sûriyê Mişel Temo duh yekşemê 7-10-2018 li bajar Orfa bi beşdariya hinek siyasetmedarên Opozîsyona Sûriyê hat vejandin

Endamê Xwecihiya Kobanê û serkerdeyê şepêla pêşeroja kurd Elî Temê xêrhatina mêvanan kir û li ser rola şehîd Mişel Temo di şoreşa Sûriyê de rawestiya.

Ji aliyê xwe ve Dr Kanîwar Resûl endemê Hevbendiya Niştimanî gotina Xwecihiya Kobanê xwend û tekez kir ku rêjîma Esed û hevalbendên wê xwestin bi terorkirina stûnên şoreşa Sûriyê riya şoreşê bughêrin û tine bikin.

Her weha Resûl balkişand ku hemî pêkhate û beşên gelê Sûrî bi hewceyî rola şehîd Mişel Temo bûn di vê demê de, û diyar kir ku girînge armancên ku Temo ji bo wan kar û xebat dikir ji bo Sûriyeke nû berdewam bibin ta pêk werin.

Tê zanîn ku di 7-10-2011 Mişel Temo damezrêner û berdevkê Şepêla Pêşeroj a Kurd li Sûriyê ji aliyê grûpek nenas ve li bajarê Qamişlo hat terorkirin .

Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Xwecihiya Kobanê Salvegera Terorkirina Mişel Temo Vejand