Endamê hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Elî Îsa ji malpra me re ragihand ku hêzên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD, serkirde û kadroyên partiyên Encumana Niştimanî ya Kurd ENKS digrin bi fermanên rejîma Sûriyê, û amedeye her tiştê rêjîm bixwaze pêk bîne li dijî ENKSê û çalakvanên Kurdan ji bo ecindiyên xwe, û weha jî got: ” berjewendiyên gelê Kurd û Sûriyê bi tevahî qet ji PYDê re ne girîgn in, ew leşkerên ecindeyan in, tenê ji bo xwe kar dikin û hemû êrîşên li ser nivîsgehên ENKSê û şewtandina ala netewî ya Kurdî ji aliyê girûpên rûgirtî ve li Amûdê hemû bi destê PYDê ne. ”
Her wiha Îsa da zanîn ku karbidestên rejîma Sûriyê bi eşkere serdana bajarê Qamişlo dikin û çalakiyên xwe li dar dixin lê ” PYDê ji ENKSê dixwaze ku destûrê jê bigre, ji bo çalakiyên xwe”, û tekez kir ku ENKSê ti carî ji rejîma Sûriyê rêdan negirtiye ta ji PYDê bigre.
Îsa diyar kir ku PYDê xortan li dijî ENKSê gur dike, û li ser raghindinê karê xwe yê qerêj înkar dike, û dixwaze bi van kiriyaran rikberiyê tune bike lê ew nikare.
Îsa di dawiya axftina xwede tekez kir ku wê ENKSê di çalakiyên xwe yên şermezarkirina kiryarên PYD de berdewam be, ta ew dest ji ecindeyên xwe yên teng berdin.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê