01 October 2018 In Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, planek ji bo xurtkirina rêveberiya sivîl li parêzgeha Idlibê gengeşe kir, ji bo vê yekê gelek civîn bi serokê hikûmeta demî ya Sûriyê Dr. Cewad Ebu Hetab û wezîrên hikûmetê û herweha bi nûnerên encûmenên xwecihî û saziyên sivîl re li dar xistibûn.

Ev yek hat di çarçoveya civîna asayî ya desteya siyasî de, li bajarê Gazyantab li Tirkiyê bi dirêjahiya sê rojan bi serokatiya Serokê Hevbendiya Niştimanî birêz Abdul Rehman Mistafa. Û di rojevê de pêşketinên meydanî û siyasî û bi taybetî peymana Idlibê û çawaniya bikaranîna wê ji bo çalakkirina prosesa siyasî hatin gengeşekirin.

Serokê Hevbendiya Niştimanî îro di daxuyaniyeke taybet de bal kişand li ser pêwîstiya danana planekê ji bo rêvebirina parêzgeha Idlibê piştî îmzekirina peymana wê ya cihê rizamendiya aliyên navnetewî bû, ji bo rêlibergirtina her operasyoneke leşkerî li dijî sivîlên wê, û tekez kir ku ev kar dê rêvebirina sivîl ji deverê re bi riya hikûmeta demkî ya Sûrî xurt bike.

Mistefa got ku asayîş û ewlekariya sivîlên deverê "ji bo me tiştek girîng e", û got ku " têkiliyên me yên rasterast bi Tirkiya garantor re ji bo bicihkirina vê armancê hene, û bi taybetî derbarê binpêkirinên rejîma Esed û kiryarên wê yên bombebaranê yên cuda li ser bajarên bakurê Sûriyê ".

Mistefa diyar kir ku wan mijara vekirina ofîsên Hevbendiya Niştîmanî li hemû deveran ji bo xwenêzîkkirina ji gel gengeşe kir, û tevlî mijara beşdariya hemû hêzên şoreşê û opozisyona sûrî di daraştina nerîneke yekgirtî ji çareseriya siyasî re li Sûriyê.

Û bal kişand ku hêzên şoreşê û opozisyona sûrî dixwazin careke din prosesa siyasî bi zûtirîn dem çalak bikin, û tevlî temamkirina pêvajoya danustandinê li gor daxuyaniya Cinêv û biryara 2254, û got: "Em hewl didin ku sûdê ji peymana Idlibê û şert û mercên din yên navnetewî bibînin, ji bo vegera li pêvajoya danustandinê û destpêkirina karê Komîteya Makezagonê," û diyar kir ku "rejîma Esed nikare heta heta ji merc û erkên veguhestina siyasî li Sûriyê yên ligor biryarên nevdewletî bireve ".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Monday, 01 October 2018