12 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Îro sibeha roja şemiyê, Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dest bi lidarxistina civînên xwe yên xula 43'an kir, di roja pêşî de pêşhatên dawiyê yên taybet bi asayîş û aramiyê li navçeyên rizgarkirî hatin gotûbêjkirin, tevlî gotûbêjkirina rewşa mirovî ya xirab li kampên koçber û penaberan.

Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdul Rehman Mistefa, destxweşî li gava pêşî ya nûnerê nû yê NY ji bo Sûriyê Geir O. Pedersen li ser mijara dupatkirina piştgiriya mirovî kir, û bi "destpêkeke baş" da zanîn, û got: "peydakirina çavdêrî û parastinê ji bo koçber û penaberan tişteke giring e".

Mistafa bang li nûnerê Netewên Yekbûyî kir ji bo di "pêgava bêt" de li ser çareseriya siyasî ya ligorî biryarên navnetewî kar bike, û bal kişand ku "bi tenê ew dibe dergeh ji bo çareserkirina hemû qeyranan".

Herwiha biryar e ku sibe li roja yekşemê, pêşhatên dawiyê yên siyasî derbarê aktîvkirina pêvajoya siyasî li Cenevre, û destpêkirina karê Komîteya destûrî, û paşre mijarên din yên di daxuyaniya Cenevre bêne gotûbêjkirin, tevlî gengeşekirina proseya vekêşana hêzên Amerîka ji Sûriyê, û dagirtina valahiya çê bibe ji encama vê vekeşanê, ji aliyê artêşa azad ya Sûrî bi alîkariya artêşa Tirkiyê, ji bo dabînkirina asayîş û aramiyê di navçeyê de.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

11 January 2019 In Nûçeyên Hevbendiyê

Berêz Abdulahed Stêfo, berpirsê ofîsa têkeliyên derve ya Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, xweşhaliya xwe diyar kir bi daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ya duhî, roja pêncşemê 10 çilê paşî, li Zanîngeha Amerîkî li Qahîre da. Di wê gotra derbarê pêwîstiya rûbirûbûna ajendeyên rejîma Îranê, û kêmkirina şerxwaziya wê li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybetî, bi rêya derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê, yên ligel hêzên rejîmê di kuştina welatiyên sivîl de beşdar bûn.

Stêfo pirsyar kir derbarê mekanîzmayên pratîk yên hikûmeta Amerîka, ji bo cêbicêkirina siyaseta xwe ya ligel hevkarên xwe yên navdewletî ji bo derxistina Îranê û hêzên wê yên kirêgirtî ji Sûriyê, û di vê çarçoveyê de bal kişand ku hemû hêz û derfetên di destê şoreşa Sûriyê de bûn, yên ku ji bo derxistina Îranê û kêmkirina destdanîna wê li ser xaka Sûriyê dihatin bikaranîn hatin dorpêçkirin û paşguhxistin.

Stêfo bal kişand ku derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê pêgaveke giring e, ji bo derxistina lîstikvanên herî piştgir ji hêzên rejîma Beşar Esed re di rijandina xwîna Sûriyan de, û tekez kir ku ev yek bi tenê dibe bi rêya ku hevpeymaniya navnetewî ya bi serkêşiya Amarîka, da bi rola xwe li dijî terorê bi hemî terzên wê rabe, û piştgiriya şoreşa xwecihî ya ji bo rûbirûbûna hejmongeriya Îranê, û berdewamiya fişarên navnetewî ji bo piştgiriya xwepêşandanên sivîlan û zêdekirina sizayan û dorpêça siyasî li ser rejîma melayan.

Tê zanîn ku Wezîrê derve Pompeo ragihandibû ku welatê wî dê berdewam bixebite ligel hevkarên xwe ji bo derxistina dumahîk serbazê Îranê ji Sûriyê, û kar bike li ser pêvajoya siyasî ya bi rêya Netewên Yekbûyî, û tekez kiribû ku Amerîka qet alîkarîyan nade ji bo avadankirina deverên Sûriyê yên dibin kontrola Esed de, heta Îranê çeteyên xwe venekişîne, û heta ku civaka navnetewî bi gavên bêveger biçe ber bi çareseriya siyasî.

Pompeo gotibû ku ew ligel hevpeymanên xwe gihiştine têgihiştineke hevbeş li ser pêwîstiya rûbirûbûna li hemberî hejmongeriya Îranê û kiryarên wê li dijî Rojhilata Navîn û Cîhanê, û hişyarî dabû ku ewlehî û aramî û seqamgeriya aborî û mafên miletan misoger nabin li Rojhilata Navîn, eger rejîma Îranê di siyaseta xwe ya niha de berdewam bimîne.

Li demeke pêştir, Opozisyona Îranî di raporteke berfireh de navên lîderên herî sereke yên milîsên rejîma melayan, yên beşdar di şeran de li gel milîsên mezhebî yên Esed bûne belav kiribû, û gotibû ku xwîna xelkê Sûriyê li ser destê van milîsan hatiye rêtin, û rejîma Îranê bi yek ji lîstikvanê herî mezin di şerê li dijî şoreşa sûrî de binav kiribû.

Û serokê ofîsa peywendiyên derve daxwaza derxistina milîsên Îranê ji Sûriyê li Washington kir, û daxwaza zêdekirina bizavên wê yên dîplomatîk kir ji bo peydakirina çareseriya siyasî "ligorî biryarên navnetewî yên hatine standin ji alîyê Konseya Ewlekariyê derbarê Sûriyê, bi taybetî jî daxuyaniya Cenevê û biryara 2254".

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Items filtered by date: Friday, 11 January 2019