Sunday, 29 September 2019 12:50

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

Eger dezgehên ragihandinê yên corbecor di riya weşanên zindî û pirogramên xwe yên rojane an heftane re bûyerên diltezên ên li cîhanê dibin vediguhêzin; hunermend jî wan vediguhêze , lê ne di riya alavên elektonîk re, lê di riya hestê perîka xwe ya wênesazkirinê re, û wek hemî endamên civakê hestê xwe digihîne, ji ber ew heman jiyan û azarên xelkê dijî, ew di riya hunerê re wêneyên êşa insan digihîne raya giştî ya herêmî û ya cîhanî, lewra hunermendê sûrî yê ku bi bûyerên sûriyabn re ji berî heyşt salan de dijî, ji her kesî bêtir karîbû kela hestê xwe yê bi bûyeran bike tabloyên hunerî, da ew porter bibin dîdevanên dem û cihan û ji dîrokê re bên veguhestin, û derbarê wan kesên ketwara bi êş û azar di hunera xwe dinivîsin, me ev dîdara taybet bi hunermendê teşkîlî Ahmez Mihemed Kîbar re pêk anî.

Gelo derd û êş û azarên lawên welat bûn fakter da tu li welatê biyaniyê hunera di hundurê xwe de derbixe, bi taybetî ku te piştî hatina ji Sûriyê bo Turkyê te berhemên pir pirtir ji yên li welat afirandine?

Bêguman, hunermend beşek ji civakê ye, bi derdora xwe daxbar dibe, çi bi xweşî be an nexweşî be, û dema danûstandinê bi pêvajoya bûyerên rojane re dike, û wek hemî endamên civakê dijî, ew bêtir kare hestê xwe derxe. Lê hunermend nirxekî bêtir dide bûyerê, ku hin kesên din ji bîr dikin, û ketwarê bi rengekî hunerî yê sermedî dimîne dide dîrokê.

Gelo, navnîşana “Alserxe”, anku Hawar, ji pêşengeha we ya hevbeş re li herdû bajarên Ayntab û Istanbolê, nameyek bû ji bo hûn ji gel re bêjin divê hûn bêdeng nemînin derbarê tiştê li welatê we dibe, û gerek insanê Sûrî bi bilindtirên dengê xwe bang bike û êşên xwe di hinavê xwe de nehêle?

Dema me pêşengeha Hawar pêşkêş kir, em wê çaxê di destpêka derbideriyê de bûn, û em hûrguliyên êş û azara wê demê dijiyan, em ketin wî hestî de ku tu kes naxwaze dengê me bibhîze, me hewl da di riya wênesaziyê re bi dengek bilind hawar bikin, wek zimanekî dîtber ê ku her kes tê dighêje, û jê pêve li rex hunermend tuneye, bi hêviya ku hin kes dengê me bibhîzin.

Di 30/9/2017 de li bajarê Eyntabê te di pêşengehekê de bi navê “Hikayat”, anku çîrok, de beşdarî kir, gelo tabloyên we vedenga çîrokên tevaya gelê Sûriyê bûn, an jî hûn wek hunermend we hestên xwe yên kesane derdibirîn?

Pêşengeha çîrok armanc jê ew bû , hunermend çîrokên di hinavê xwe de derîne, ên ku li ser jibîrbûn windabûna wan di nav roj û heyv û salan de ditirsiya, û bi rastî jî mi bi çend tabloyên ku çîrokên biazar ên derbirîna gundewarên bajarê min dikin beşdar bûm.

Di riya şopandina pêvajoya te ya hunerî re, tê dîtin ku piraniya pêşengehên tu di wan de beşdar bûye li Istenbolê bûn, gelo ji ber rûniştina te ya li wir e? an jî asîmanê wê yê berfireh, dibe fakterê beşdariya di pêşengehên wê de bêtir ji bajarên din?

Herkes zane, Istenbol bajarekî pir xweş û balkêş e, dîrok û nûjenî lê tevlî hev dibe, û her tiştên wê te ber bi afrandinê de tajo, ew bajarekî cîhanî ye, çalakiyên wê yên rewşenbîrî ji piraniya bajarên Tirkiyê yên din pirtir in, û bê guman anha ez lê me, normal e ku çalakiyên min li wir ji deverên din bêtir bin.

Tu karî bi çend gotinan behsa nameyên we yên ku we hewl da bigihînin di pêşengeha “Mesahat”, anku Rûber, û “Etyaf”anku sawêr, û “Xewatir Lewniye” anku Bîranînin Rengane, yên li Istenbolê çêbûn, û “Lemesat” anku hestên destan, û “Elwan Hare” anku Rengin Germ li Xazî Entabê, bike?

Bêguman di her pêşengehkê de hunermend hewl dide raman û hestên xwe bighîne cîhanê, erkê hunermend ew e, hestê di hinavê xwe de wegerîne, ew yek ji alavên civakê yên bi hêz e, yê kare bi hêsanî rewşa jîngeha xwe ya ku têde dijî bîne ziman, ji ber ku ew lawê wê jîngehê ye.

Tê zanîn ku huner nameya xwe ji beşekî detnîşankirî ji xelkê re ne ji tevaya xelkê re dişîne, gelo we karîbû derdeseriyên gelê Sûriyê li hundir bighînin wî nifşê ku serdana pêşengehan dike? û karvedanên erînî ji aliyên wan de hebûn, û karîbûn wan wêneyan wek heyî bighînin civaka Tirkiyê bi giştî?

Di destpêka hatina me bo Turkiyê de, em ji bobelateke rasteqîn derketibûn, û tirs û rev û derbiderî di tabloyên me de pir bûn, ji ber wêneyên di hizr û bîra me de yên ku bi rengê xwîn û wêraniyê mişt bûn, lewra tabloyên me bi bandor bûn û dighiştin dilê bîneran, ji her kêşana firçeyeke wênesaziyê.

Tu yek ji xuyatirîn beşdarên pêşengeha “Hunermendên ji Derdora Cîhanê” ya navdewletî , û pêşengeha “Xwendina Tabloyekê ya Navdewletî”, û pêşengeha bi navê “Em Tev Hunermendên Teşkîlî ne” li Istenbolê, gelo tu karî ji mere behsa tabloyekê bike ku karîbû derdeseriya gelê Sûriyê derbibire bike, ji nav tabloyên te yên te bi wan di pêşengehê de beşdarî kir?

Di riya beşdarbûna min di hin pêşengehên navdewletî de, û di riya beşdarbûna gelek welatan tê de, min bi tabloyekê ji dîrok û fuluklorê welatê xwe beşdarî dikir, an jî rewşeke ku tablo pê karibe nameyekê bighîne cîhana derve, wek mînak di yek ji pêşengehên navdewletî de min bi tabloyeke bi navê Aştî beşdarî kir, di wê tabloyê de wêneyê keçekê ku kevoka aştiyê diparêze û wê dûrî welatekî ku berê hemin bû dike diyar dike, û derketina wê ji wê çarçoveyê tenê ji bo rizgarkirina simbola aştiyê bû, lê çavên wê her li hundur bûn, û tiştên ku wê bi welatên wê ve girêdide ji darên zeytûnan û zevî û çiya û reqifandina malên gundên wê di çavên wê de diyar dibûn, mirov tê dighişt ku merema wê vegera wê deverê ye.

Gelo tu karî behsa ramana sereke ya pêşemgeha “Huner Gelan Dike yek” ya li baja Eyntabê yê Turkyê çêbû, di pêşemgehê de giringiya mezin ji bo çi dihat dan?

Di riya pêşengeha “Huner Gelan Dike yek” nameya me ew bû, ruxandina bingeha sînorên ku destê insanan ji bo cudakirina gelan ji hev çêkirine, di riya rengan re em Karin Raman û hêviyên tevaya gelên cîhanê bikin yek, û tabilo dikare raman û mereman bi hêsanî bigihîne dil û hişê bîner, ji ber ber ku hunera teşkîlî zimaneke ku her kes kare tê bigihêje û li ser raweste..me hewil da em gelan bikin yek û tiştên ku siyasetmedar û qiralan wêran kirina ava bikin.

Tu wek hunermendekî ji bajarê Efrînê, gelo Efrîn di tabloyên te de amade bû, an jî di hinan de tune bû , lê di hinan de bi xurtî diyar bû?

Bêguman hunermend lawê jîngeha xwe ye, û divê her tiştê derdora xwe bi hunera xwe veguhêze, û hest û ramanên xwe di tabloyê de saz bike,û tabloyên wî dibin nameyek ji civakê û jîngehê, û ew dibe peyamberê civakan bo derve, û piraniya tabloyên min bi giştî li ser welatê min bûn.

Pirseke dawî Mamoste Ehmed, tu dikarî di çend hevokan de kurtasiya ezmûna xwe ya hunerî ji me re pêşkêş bike, herweha ji me re behsa “ Komelgeha Sûrî ya Hunera Teşkîlî” bike, kengî ava bû, armancên wê çi ne.

Ez wek mirov , dibînim ku alfebeya insan a pêşîn huner e, û ji ber ku ez wek penaber dijîm, ez hewil didim vê alfebeyê wergerînim ji bo gihandina tiştên di hinavê min de bo derve.. û bi rastî ezmûna min ne pir dirêj e, lê di dema bobelat û derdeseriyan de, ji nava malzaroka êş û azaran huner tê afirandin, û di wan rewşan de gelek kar ji hunermend tên xwestin, ji ber bûyer pir û mezin in, divê hundrmend wan belge bike.

Û derbarê Komelgeha “Şam”, li biyaniyê me hewil da statuyeke hunerî ava bikin, di riya wê re em tevaya hunermendên teşkîlî yên li derdora me di bin wî navî de kom bikin, û em bibin navendeke hunerî, û em ji cîhanê re bêjin ku ji berbanga dîrokê de insanên vê deverê afrandyar in, û ramanên wan ên avaker hene, em ne kêmî tu kesî ne, me hewil da tevlî civaka Tirkî bibin, û em wan bi karînên xwe yên hunerî bidin naskirin , û me karîbû vê yekê bikin. Di vê derbarê de, ez dixwezim bêjim ku komelgeha me ne ji sûriyan tenê pêk tê, gelek endamên ji welatên din jî tê de hene, me ev komelgeh ji bo gihandina raman û tabloyên xwe bo her derî di riya karê tevayî re damezirand.

 

Home