Thursday, 24 October 2019 12:26

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

Hevpeyvîna Macid Muhemed ligel Dilbaz Berazî

Ji destpêka vê salê de tabloyên hunermendên Sûrî bi çalakbûnek hunerî ya balkêş li bajarên Tirkyê tên veguhestin, dixwazin ji cîhanê re bêjin ku hunermendên Sûrî, tevlî hemî rewşên xerab ên tê re derbas dibin, Karin ken li ser lêvên zarok û jinan biafirînin, û hunermendê sûrî kare bibe yek ji çêkerên ciwaniyê li vê cîhana ku desthilatên wê xemsar bûn li hember derdeseriya wî ya ku ev zêdetir ji heyşt salan e tê de dijî. Di vê qonaxa dawî de hunermendin Kurd, Ereb, Amazîx û Tirk û Sûrî bi hevbeşî pêşengeheke hunerî li bajarê Xazî Ayntabê yê Tirkî bi navnîşana “ Huner Gelan Dike Yek” lidar xistin, û wek yek ji beşdarên di wê pêşengehê de, me ev hevpeyvîn bi hunermendê teşkîlî yê Kurd , Dilbaz Berazî, re yê li bajarê Xazî Aytabê dijî pêk anî.

Dema we ev pêşengeha berfireh a “ Huner Gelan Dike Yek” bi vê hejmara mezin ji hunermendan di heyva tebaxa îsal de li bajarê Xazî Ayntabê yê Tirkî lidar xist, we dixwest çi nameyê bigihînin?

Di serî de ez dixwazim ramanekê bigihînim cîhanê ku sînor ji hunerê re tune ne, û ez wek hunermendekî kurd û sûrî dixwazim di cîhaneke bê şer û pevçûn de bijîm, her weha divêm ji we re bêjim ku min komelgeha “Tabloyên Bêsînor” piştî bizav û keda şeş heyvên berdewam damezirand, ta me karîbû pêşengeheke navdewletî li bajarê Xazî Ayntabê piştî tîma komelgehê hat berhevkirin lidar bixin, û hunermend ji 12 bajaran hatin helbijartin, yek ji wan wek birêvebir û yek wek hevrêzkar û yên din wek endamên tîma komelgehê hatin destnîşankirin, û piştî damezirandina komelgehê pêşengeha “ Huner Gelan Dike Yek” lidar ket.

Tu wek serokê komelgeha “Tabloyên Bêsînor”, gelo tu karî ji me re bêje ku we bi rengên xwe sînor derbas kirine, û we kariye derdeseriya gelê Sûriyê bigihînin cemawerên hunerê li cîhanê?

Ez bawerim ku beşdariya 112 hunermendên ji 12 welatan di bin yek ramanê de di pêşingeheke hunerî de, nîşana hilandina sînoran di nav hunerê de ye, ji bo gihandina tracîdya gelê sûrî bo cemawer û şopînerên hunerê li cîhanê.

Gelo bûyerên kuştin û derbiderî û koçberkirinê li sûriyê bandora xwe li firça te û pêvajoya te ya hunerî kirine? Û piştî sala 2011an hunera te hat guhertin?

Ceng û koçberbûn û bêwarbûnê, bandoreke xwe ya mezin li derûna xelkê kiriye, nexasim kesê hunermend ê ku pir bi derdora xwe diheste, firça wî ji hinavê derdan derdikeve, û bîner kare vê yekê di tabloyên min de bibîne, berî bûyerên li Sûriyê jî çêbibin, ji ber ku dever bi tevayî di tracîdyake mirovî re derbas dibe, wek mînak, firçeya min nikare bêalî bimîne dema zarokekî di bin çengê bavê wî de tê kuştin dibîne, wek Muhemed Aldura, an jî zarokek ji birçîna li ser sînga dayika xwe dimre, piştî ji nêza û têhna ziwa bûye.

Çi bandora nerênî ya cengê li ser tevgera hunerî li Sûriyê bi giştî hebû, û li ser tevgera hunerî li devera we bi taybetî?

Hunermend bi her halî hewcedarê hinek azadî û hêminiyê ye da karibe arezûmendiya xwe li gor dilê xwe diyar bike, û huner her dem alîgirê azadiyê ye, em nikarin berhemekî hunerî yê armancdar bibînin; eger jîngeheke guncav peyda nebe, û ew rewşên dijwar ên bi ceng re hatin herweha rewşa abûrî ya xerab a hunermend, dibin asteng li pêşiya bidestxistina alavên xwe yên bingehîn an jî çûn û hatina li deveran ji bo şopandina pêvajoya xwe ya hunerî an jî beşdarbûna di pêşengehan de li bajarine din, van rewşan tevan hişt ku çalakbûna hunerî paş bikeve, û di demekê de pûç bibe, û vê hişt ramana komelgeha me dest pê bike, da li kêleka hunermend raweste, rewşa wî çi be û li ku be bila bibe, anku me xwest hunermend bi ser bikeve di cenga rewşên xwe yên dijwar de, yên ku afrandyariya wî sînordar dikin, ji destpêkirina beşdarbûna di soşyal medya de, ta tu bigihêje pêşengehên navdewletî li Turkyê û ger xwedê derfetê bide li Almanya û Ferensa û welatin din jî.

Hin alavên ragihandinê li ser şêwandina wêneyê penaberê sûrî li Turkyê kar dikirin, hûn wek hunermendên sûrî, gelo we karîbû bi rengekî ji rengan wan wêneyan serrast bikin, di riya beşdarbûna di çalakiyên hunerî de li Turkiyê, û danûstandina we bi kesên bijartî re ji rewşenbîrên Turkiyê?

Tişta xweş di hunerê de ku tiştê hinavê te dibêje bê ku tu bi xwe biaxive, anku hemî zimanan û awayên ciwanbêjiyê tê de hene, lewra ji ber ku hunermend penaberekî ji ji jîngehek din e, ew jîngeha mêvandar kare ramanên wî û derdeseriyên wî yên di rewşên cengê de nas bike, û ev erkê hunermend e, ji ber ew nûnerê nasnameya civaka xwe ye di xweşî û nexweşiyan de, anku kesên mêvandar ramaneke erênî li ser penaber distînin, nemaze ku wî gelek felaket û derdeserî dîtine, û neçar meye dest ji welatê xwe berde, û tabloyeke ketwarî an jî yek suryalî li ser derbiderî û koçberiyê, û rengên germ ên ku hunermend wan wênesazgeha xwe de diafirîne alîkar in di vî warî de.

Tê gotin ku yekemîn ezmûna te ya rastyeqîn a hunera teşkîlî di sala 1995an de bû, di riya tabloyeke mirovî re li ser gelên devera Afrîqa û zarokên wan bû, gelo hestyariya te ya mirovî ya pir a ku sînoran derbas dike, êşên te pirtir kirine, an jî bûne alîkar bi te re ji bo tu ji coxrafya sûrî dûrtir bifire?

Belê, ev rast e, rûyê dayika destvala û zarokên wê yên ji dojeha ceng û hejarî û birçîbûnê reviyane, jêdera êşeke mezin bû, dîmeneke bi vî rengî bandoreke mezin li afrandyar dike, çi helbestvan be , an romannivîs be an jî wênesaz be. Nexasim ku ev wêne her dem bi guhertinên siyasî re dubare dibin, ji ber ku kesên hejar herdem fatoreyên mezinan didin, ev tev dibe cihê êş û azariya hunermend, û ew berpirsyar e di ber tştê diafirîne de, û jê tê xwestin tabloyeke mirovî ya namedar saz bike, heye hemî sînorên coxrafî derbas bike, û zimanê tabloyê bibe balyoza xelkên xwe.

Pirseke tevlîhev, di navbera yekemîn pêşengeha te ya hunerî li Serê Kaniyê sala 2001, û ya te ya dawî di 2019 li Turkiyê ya te beşdarî tê de kiriye, çi tişt hene ku tu êdî nema bi wan ve girêdayî ye? Û ew tiştên tu hîn bi wan ve têkildar e çine? û tiştê hevbeş di navbera wan qonaxan tevan de çi ye?

Salên dirêj û serbor, Karin gelek ji raman û ezmûnên miro biguherin, û wî di gelek waran de pêşde bibe û bihêle gelek caran li xwe vegere, wek mînak, êdî nema lidarxistina pêşengehan û pirbûna tabloyan xem e ji min re, û coreyê pêşengehê û yê tabloyan û rengên wan, ew bala min bêtir dikşînin.

Gelo dibistaneke hunerî ya destnîşankirî heye ku tu xwe tê de dibîne? An tu nikare di zindana ramanên dibistanekê tenê de bimîne?

Li gor nerîna min, her dibistaneke hunerî xweşikbûn û taybetmendiyek wê heye, û her yek ji wan kare banoreke xwe ya mezin li hunermend bike û ramanên wî yên afrandinê zengîn bike, û em nikarin yekê ji wan tune bikin, her yekê ji wan ya din temam dike, û meyldariya te ji dibistanekê ji wan re, tiştekî normal e, lê eger tu di zindana dibistanekê ji wan de bimîne , pir dijwar e.

Hizr û bîr, kaniyeke ku ticarî ziwa nabe li rex tevaya afrandyaran. Tu wek hunermendekî, gelo hîn hizr û bîrên te kaniya afrandina te ne? an jî kaniyin te yên din jî hene ku pêvajoya afrandinê li rex te zengîn dikin?

Hizr û bîrên zaroktiyê hêzdar in , li her derî bi te re ne, û heye di pêşerojê de jî xwe ferz bikin, û ew berztirîn fakter e ku bandorê li pêvajoya hunermend dike, lê ew ne aliyê bitenê ye yê ku ez palê didim ser, ketwara mişt wêneyên bêparbûn û hejarî û tundûtûjî û zordariyê, û herweha dibistanên hunerî yên li tevaya cîhanê jêderên ramanên tabloyên min in.

Ji aliyê hunerî de, gelo warê te yê pêşî her dem di bala te de ye, tu nikare jê dûr bikeve, tevî ku laşê te dûr ketiye jî, û rêwîbûn û gera te hiştiye tu bi herderî re bigunce, an jî hiştiye tu nearam bibe?

Warê pêşîn her dem cihê wî yê mezin di hizr û bîra her mirovî de heye, kaniyên bajarê min û dar û tax baxên wî her dem bi min re dijîn, û ev di tabloyên min ên ketwarî de diyar e, lê bi bûrîna demê re, û piştî derdkêşan û bendewariya dirêj, min karîbû jîngeha xwe ya taybet ava bikim, û bi şêweyekî ji şêweyan em karin bêjin aram e.

Te tabloyên ketwarî û tecrîdî û suryalî, her weha tabloyên dabeşkirî li ser çar beşan û hin tabloyên bi pênûsa komirî saz kirine, gelo rengê ramanê li ser te ferz dike ku bi şêweyekî ji şêweyan li gor taybetiya rengan bikar bîne? An jî şêweyek bi tena xwe têra te nake, û tu berê xwe dide şêweyên din?

Ez ji destpêka xwe de di wê baweriyê de me ku raman ew e ya ku xwe li ser tabloyê ferz dike, wek mînak, dema gelek raman di sere te de tevbigerin û welat û derbiderî û penaberî û koçberkirin û bêwarî û jihevcudabûn û hejarî pev re di bîra te de bin, tu hewcedarî tabloyekê ji dibistanên teşkîlî ye, da tu karibe vê hejmara mezin ji raman û nameyan der bibire, û raman bi xwe ber bi rengekî an dibistaneke hunerî de biherike, bêyî tu pilan bike an jî tu wê ferz bike.

Home