Daxyaniyeke Rojnamevanî
Rewşa Xûta rojhilat ya Şamê bi giştî û bajarê Erbîn bi taybetî, roj bi roj bêtir xerab dibe û civaka navdewletî vê dîmenê qet nabîne û ev têkçûn e di hilgirtina berpirsiyariyan de.
Hevbendî civaka navdewletî bi metirsiya helwesta wê ya neyênî agahdar dike, û tunebûna rola wê di beraberiya van tawankariyên ko rêjîm bi piştgiriya furokên Rûsya û milîtanên mezhebperest derheqê miletê Sûrî de dikin.
Hersê hefteyên borî dojehek ji agir û wêraniyê û bombeyên goşeyî û çekên kîmawî (gaza kilor) dijî sivîlên Xûta rojhilat hatin bikaranîn, û di 20 rojan de 47 şehîd bi kêmanî li bajarê Erbîn bi tenê ketin, piraniya wan jin û zarok in, û hejmara giştî ya pakrewanên Xûta giha 200î, û bi sedan kes birîndar bûne.
Sebir û semax ji zû ve li rex xelkên Xûta nemaye, û tenê mirin li benda wan e, eger civaka navdewletî û dewletên kartêker pêngavina navêjin û bombebarana berdewam ranewestînin û dorpêça ji berî 5 salan ve ranekin.
Divê cîhan demê bêhûde derbas neke, piştî ko di salên borî de rola wê ya nêgatîv hebû, û hişt rewş bigehê vê astê, û gerek dewletên kartêker tevbigerin da tawankarî û dorpêçê rakin û berpirsiyaran têkin ber lêpirsînê û li gora biryarên navdewletî û lêvegera Cinêva1 pêvajoya siyasî berî dem derbas bibe rizgar bikin.
Nivîsgeha Ragihandinê
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
06.12.2017