Îro roja pênşemê 13/6/2019 bi hezarên doniman ji zeviyên cotkaran li gundewarê bajarê Kobanê şewitîn , her wiha ta niha cotkaran bêhtir ji 350 milyon L.S zirar dîtine.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku îro bi sedan donim ji zeviyên genim û ceh û darên fistiqan li gundê Minazê li rojavayî Kobanê şewitîn.
Mihemed her weha got ku bi sedan donim ji zeviyên genim û ceh li gundên Şeşê û Metînê Qeruel û Bîrerebê li rojhilatî Kobanê şewitîn “piraniya sedmên şewata zeviyên Kobanê sedemên elektrîkê ne ,Îro li gundê Minazê agir ji patozê firiya û agir bi zeviyên ceh û genim û darên fistiqan ket”.
Her wiha Mihemed diyar kir ku bêhtirî 2000 hiktar ji zeviyên genim û ceh li Kobanê şewitîn û cotkaran zirarên mezin ta niha dîtine..
Mihemed bal kişand ku cotkarên Kobanê bêhtirî 350 hezar melyon L.S zirar li wan bûye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî