Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Kuştareke hovane ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsî îro roja çarşemê (21’ê adarê) li gundewarê Idlibê hat pêkanîn û têde bi kêmayî 22 sivîl ji wan jin û zarok hatine kuştin, ev tawan bi awayekî bimebest li ser penageheka sivîlên ku ji tirsa bombebaranê xwe têde divaşartin.
Herwiha duhî kampeka koçberan li nêzîkî bajarokê Has rastî êrîşan hat, û têde bi dehên sivîlan şehîd û birîndar ketin, di nav de jin û zarok û kalemêr hebûn, ku ji cih û warên xwe ji tirsa bombebaranê koçber bibûn lê rastî êrîşên firokan hatin û komkujiyeke din hate pêkanîn.
Heger “destkeftên” potîn yên wêrankirinê li Sûriyê û piştgiriya wê ji rijêma Esed ya tawankar re, bi xwîna zarok û jin û kal û pîran tên nexşekirin, hevdem ku civaka navdewletî ya têr nabe ji çavdêriyê û bêdeng, ew jî berpirsyar e li hember dîtina mîkanîzmekê ji bo rawestandina van komkujiyên terorîstî û tawanên hovane yên berdewam, nemaze ku ji konseya ewlekariyê parastina aştî û ewlehiya navdewletî tê xwestin.
Îro, tevlî ku baweriya xelkê Sûriyê bi civaka navdewletî û dezgehên wê nemaye, lê berpirsyaretiyên konseya ewlekariyê û NY û sercem endam û rêxistin û saziyên wê wê bimînin li ser milê van aliyan, û wê daxwazkirî bin bo standina rêşûnên rihakirina sivîlan û rawestandina komkujiyan û dadgehkirina tawanbaran û sepandina çareseriyeke siyasî ya dadperwer û giştgîr.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
21 adar 2018