Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hin dezgehên ragehandinê zanyariyin li ser belgeha ko li paytexta Îtalya Roma, ya bi çavdêriya koma Sant Îgîdyo û amadebûna hevrikên Sûriyê derbarê pirinsîbên taybet bo amadekirina destûreke nû li Sûriyê û pêkanîna hilbijartinan belav kirine.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez dike ko ti têkiliya wê bi wê belgehê tuneye, û çi kes nekiriye nûnerê xwe bo wan civînan, û dibîne ko aliyê ji mafê wê ye biryarê di wan kaxezan û siyaseta danûstandinê ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê bide; tenê desteya danûstandinan e. û daxwazê ji hemû aliyan dike çi pêngavê navêjin ku ziyanê bigehîne pirosêsa siyasî ya ko misogerkirina hêviyên miletê Sûrî û cîbicîkirina tekûz ji biryarên encûmena ewlehiyê 2254 û 2118 û daxuyaniya Cinêva 1 sala 2012ê amanc dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Berdevkê Fermî
30.10.2018