Daxwiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya niştimanî ya Sûrî bi tundî kuştina hevrêzkarê Partiya Hêzên Libnanî li bajarê Cbêl Paskal Silêman şermezar dike, û sersaxiyê ji malbata wî û hevalên wî û hemû gelê Libnanê re dixwaze, û ji Xwedê lav û dixwazan dike ku sebir û aramiyê bide wan.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwaz ji desthilat û rayedarên hikûmeta Libnanê dike ku berpirsên rastîn ên di ber vê tawanê de û aliyên ku plan danîne û cîbicî kirine û hewl didin ewlehî û aramiya Libnanê têk bidin û raya giştî ji kêşeya sereke dûr bixin eşkere bikin. Ji ber ku ew alî dixwazin bi riya çêkirina fitneyan û kampanyayên kîn û sorkirina li dijî penaberên sûrî yên bêguneh çavan ji ser xwe bidin alî.
Hevbendî tekez dike ku ev tawan dûrî nirx û exlaqên gelê Sûriyê ye, ji ber ku rêbazeke naskirî ya rêjîma Esed û milîsên Hizbullah a li dijî rikberên xwe bikar tînin e, nemaze ji ber ku devera tawan lê pêk hatiye yek ji deverên di bin kontrola milîsên Hizbullah û rêjîma Esed de ye.
Hevbendiya Niştimanî bi tundî pêla metirsîdar a êrîş, binpêkirin, girtinên kotekî û reftarên xerab ku bandor li penaberên Sûrî kirin şermezar dike, ew penaberên ku ji welatê xwe derbider bûne ji ber tawanên cengê û tawanên dijî mirovatiyê yên li dijî wan ji aliyê rêjîma Esed û milîsên Hizbullah û milîsên mezhebî yên biyanî yên girêdayî Îranê ve li Sûriyê pêk hatine.
Hevbendî rola giring û qebareya bar û erkên hikûmeta Libnanê, û barê berpirsiyariya wê ya ewlehîya penaberan li ser xaka wê bilind dinirxîne, û tekeziyê li ser rol û berpirsiyariya Netewên Yekgirtî û rêkxistinên wê ji bo parastina penaberên sûrî dike, û cext dike ku hebûna wan penaberan ji be rewşeke neçarî û demkî ye, ji ber berdewamiya tawanên rêjîma Esed û milîsên Hizbullah, milîsên mezhebî yên Îranî li Sûriyê li dijî sivîlan, û berdewamiya hebûna van milîsan li Sûriyê.
Hevbendî tekezîyê li ser pêwîstiya bidestxistina dadweriyê bi rêya dadgehkirina navdewletî ji rêjîma Esed û milîsên Hizbullah a terorîst re dike, ji ber tawanên şer û tawanên dijî mirovahiyê yên ku li dijî sivîlên sûrî û libnanî yên bêguneh pêk tên, di nav de dosya wan a dirêj a kuştinên bi armancên siyasî li Libnanê. Di heman demê de daxwaza kontrolkirina Sînorê Sûrya û Lûbnanê û bidawîkirina valahiya ewlekarî, ya ku ji aliyê rêjîma Esed û Hizbullah ve hatiye çesipandin, ji bo ku ev valahî neyê bikaranîn ji bo gurkirina nakokiyan di navbera her du gelan de û têkdana aramî û ewlehiyê li herêmê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
10 nîsan 2024