Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, hejmarek name ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres, Komîserê Bilind ê Penaberan ê Netewên Yekgirtî Fîlîpo Grandî, Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken, Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê Josep Borrell, Wezîrê Karên Derve û Karûbarên Commonwealth û geşepêdanê yê Keyaniya Yekbûyî David Cameron, Wezîrê Ewropa û Karûbarên Derve yê komara Fransa Stephane Sigourney, û nûnerên Amerîka, Birîtanya, Yekîtîya Ewrupa û Fransa li Netewên Yekgirtî re şandin, derbarê rewşa penaberên Sûrî li Libnanê, û daxwaza destwerdana bilez kir ji ber rewşa metirsîdar û ne aram a penaberan li wê derê.
El-Behra di peyamên xwe de zêdebûna kiryarên tundûtûjî û dijminatiyê li dijî penaberên sûrî, bi taybetî piştî kuştina Paskal Silêman, hevrêzkarê Partiya Hêzên Libnanî li Cibêl şirove kir, û amaje bi wê yekê kir ku vê tawana cihê şermezarkirinê, pêleke nefretê û destdirêjiya li ser penaberên sûrî li Libnanê peyda kir.
El-Behra tekez kir ku Hevbendiya Niştimanî vê tawanê bi tundî şermezar dike, û sersaxiyê dide malbata Paskal Silêman û hevalên wî û gelê Libnanê, û dilgiraniya xwe hember hewildanên bikaranîna vê tawanê ji bo handana li ser tundûtûjî û nefretê li dijî sivîlên sûrî yên bêguneh û têkbirina ewlehî û aramiyê li Libnanê nîşan da.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku ev kuştin li deverên di bin destê rêjîma Esed û milîsên Hizbulaha tirorist de pêk hat, û ev yek gumanan li ser mebestên veşartî yên li pişt vê kiryarê peyda dike, ku hewl didin nakokiyên zêdetir di navbera gelên her du welatan de çêbikin.
El-Behra bal kişand ser vîdyoya ku li ser torên civakî belav bûye, ku kopiyeke wê gihîştiye Hevbendiya Niştimanî, tê de komek îdia dike ku nûnertiya hin deveran li Libnanê dike, daxwazê ji hemû Sûriyên ku li devera Burc Hemûd dijîn dike ku ji cih û warên xwe derkevin û deverê beriya roja înê, 12ê nîsana 2024an, vala bikin, û gefên kiryarên tundûtûjiyê û tolhildanê xwarin, her weha bangên hevdem li ser platforma “X” belav kirin, têde sazî û komeleyên ku bi penaberên Sûriyê re li seranserê Libnanê kar dikin armanc dikin.
El-Behra diyar kir ku Hevbendî mezinbûna erkê li ser milê hikûmet û desthilatên yasayî yên Libnanê derbarê parastina penaberan û bihêzkirina ewlehî û aramiya dewletê di nav xaka wê de zane, û herwiha cextî li ser mafên ewlehiya penaberan ên ku di yasayên navdewletî de hatine kir.
El-Behra bang li hemû saziyên navneteweyî û welatên ku name ji wan re şandine kir ku bi awayekî kartêker bi desthilatdarên Libnanî, lîder û kesayetên oldar her weha kesayetên bi ser Neteweyên Yekbûyî re kar bikin kir, ji bo parastina penaberên Sûriyê û rêgirtina li tevlêkirina wan di nav nakokiyên siyasî de, û tekezkirina li ser parastina mafê wan di ewlehî û aramiyê de.
El-Behra tekezî li ser pêwîstiya alîkirina hikûmeta Libnanê û rêxistinên navdewletî yên kar li Libnanê dikin kir, da ku tedbîrên vebir ji bo kêmkirina tundûtûjiya tirsnak li dijî penaberên Sûriyê li Libnanê bistînin.
El-Behra tekez kir ku biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254 take-çareserî ye ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê, û hemû kirîzên pê re û bandorên wan li ser navçeyê, û tekezî li ser giringiya destwerdana aştiyane û rêgirtina li pêş her cure kiryarên tundûtûjiyê li dijî Penaberên Sûrî yên ku ji aliyê hin aliyan ve tên gurkirin da ewlehî û aramiya Libnanê têk bibin kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî