Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di êrîşên firokên Hevpeymaniya Navdewletî de yên li ser hin navçeyên sivîlan û ji wan êrîşa li ser xwendingehekê ya bibû penageh bo koçberan li devera Elmensûra li rojavayê Reqa li roja sêşemê 21’ê adarê.
Ku di heyamê çend rojên bûrî de firokên Hevpeymaniyê rabûn bi encamdana zincîreka êrîşan û têde hin navçeyên sivîlan jî hatin armanckirin û têde bi sedan sivîl hatin kuştin, û yên ji êrîşan rizgar bûn man bê penageh, tevî ku hêjî hin kes mane di bin kavilan de û hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn.
Hevbendiya Niştimanî nîgeraniya xwe nîşan dide li hember kuştina sivîlan di şerekî ne giştgîr de li dijî terorê, û daxwaza mizaxtina bizavên zêdetir ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dike ji bo dûrkirina navçeyên sivîlan ji armanckirinên xwe, û bi yekcarî rawestin ji armanckirina navçeyên sivîlan li bin çi behaneykê be, tevlî encamdana lêkolînên rijd derbarê wan êrîşan yên digehêjin astê tawanên şer û tevî gerantîkirina dubarenekirina wan û dadgehkirina berpirsyarên wan êrîşan û di nav wan de yên zanyariyên nedirust didin wan.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyè
Ofîsa Ragihandinê
25 adar 2017