Friday, 12 October 2018 21:39

Divê Fişarên Bilez li ser Rejîmê Bêne Sepandin ji bo Rakirina Dorpêça li ser Kampa El-Rikban

Daxuyaniyeke Rojnamevanî

Rewşa kampa El-Rikban ya koçberên Sûrî ya li nêzîkî sînorê Sûrî-Urdunê li parêzgeha Himsê ber bi xerabiyê diçe, ku rewşa nêzîkî 70 hezar koçberên Sûrî li kampê ber bi rewşeke trajîk diçe, di bin dorpêçeke dijwar de ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên alîgirên wê her ji heyva hezîrana borî ve.

Mirina zarokan dest bi zêdebûnê kiriye, piştî girtina dergehên rêxistinên navnetewî yên hawarhatinê û berdewamiya astengiyan û destdanîna li ser dermanan û xwarinê ji aliyê rêbendên hêzên rejîmê, ku bûye sedema kêmbûna derman û kelupelên pizîşkî û zêdebarî kêmbûna xwarinê di nav de ard û şîrê zarokan.

Pêwîstiya zarokên kampê bi hawarhatinê heye ji bo rizgarkirina wan ji birçîbûna ku rejîm wê wek pirojeyekî li dijî zarokan û kesukarên wan pêktîne, bi taybetî ku pêwîstiya gelek nexweşan bi çavdêriya pizîşkî ya taybetmend yan jî niştergeriya bilez heye.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, ji civaka navnetewî daxwaza bizaveke lezgîn dike, ji bo rizgarkirina koçberên kampa El-Rikban û misogerkirina çavdêriya tenduristî bi awayekî berdewam û herdemî, bi sepamdina fişarên rasterast li ser rejîmê ji bo rakirina dorpêça li ser kampê û gihandina alîkariyan bêyî çi mercan.

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê

Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê

12 cotmeh 2018

Home Agahî Divê Fişarên Bilez li ser Rejîmê Bêne Sepandin ji bo Rakirina Dorpêça li ser Kampa El-Rikban