Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Roja çarşemê (18’ê cehzeranê) du otombêlên mayînkirî bi destê girûpên terorîst li bajarê Efrînê yê li bakurê Helebê hatin teqandin, û têde hejmarek kes şehîd û birîndar ketin tevlî hin jin û zarokan.
Ev kiryarên terorîst bitenê tên bi armanca belavkirina sehm û tirs û şêlupêliyê, tevlî ku nikarin bigihêjen armancên xwe, û hevdem ku ew pilan li dijî vîna gelê Sûriyê ne û bi ser nakevin, ew tên bi hewla têkşikandina vîna azadîxwaziyê, ku ne terorîst û nejî stemkar nagihêjin çi armancan.
Wêneya rasteqîn diyar nabe heger em bi awayekî tak û cuda li van tawanan tameşe bikin, ev tawan û yên wek wan hevdem tên ligel êrîşên berfireh yên hêzên rijêmê û hevalbendên wê li ser başûrê Sûriyê, ku ev yek pêwendiya mokom di navbera hêzên terorîst yên li Sûriyê û rijêma Esed de diyar dike.
Hevbendiya Niştimanî dubare tekez dike ku rijêma Esed sedem û jêder û çavkaniya terorê ye, û herger biryar bi jinavbirina vê çavkaniyê nebin, wê teror berdewam belav bibe.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
28 cehzeran 2018