Daxuyaniyeke Rojanemavî
Komkujiyek hovane ji aliyê firokên Rûsiya li bajarokê Eltebenî li rojavayê Dêrazorê hat pêkanîn û têde 15 sivîl şehîd û bi dehan birîndar ketin, ku bi mebest bajarok bi zêdetir ji pênc êrîşên esmanî hat bombebarankirin.
Bajarok li berbenga roja pêncşemê (3’ê tebaxê) hat bombebarankirin û tevî kuştinê û wêrankirinê ev yek bû sedema peydabûna ajawegeriyê û neçarkirina sivîlan bo koçber bibin ber bi gundên nêzîk ve ji tirsa bombebarankirina dijwar.
Ev tawan dibe xelekeke din ji zîncîra tawanên şer yên şermezekirî yên bi destê dagîrkariya Rûsiya dibin, li dijî sivîlan, bi binpêkirina yasa navdewletî, û ligor pilaneke rêbazkirî, û bêkêriya navdewletî derfet dibîne, ji ber ew tenê bendewar maye ta dagîrkar tawanên xwe di derheqa gelê Sûriyê de bidawî bînin.
Û çênabe dijberiya terora rêxistina “DAIŞ” bi rêka kuştina sivîlan be, û herwiha nabe bi rêka piştgiriya rijêma Bişar ya terorîst bibe, ji ber ku rizgariya ji teror û tundrewiyê pêk nayê, berî rawestandina piştgiriya Rijêmê û rawestandina tawanên ji aliyê hevalbendên wê dibin, û yekalîkirina helwesta navdewletî ji vê Rijêmê, ya berpirsyara sereke di ber belavbûna terorê de li Sûriyê û navçeyê , û dadgehkirina wê û hemû palpiştên wê li ser tawanên wan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
04 tebax 2017