Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi kêmî 23 şervanên Cêş El-I’za hatin kuştin li dema radibûn bi bersivdana hewlên pêşveçûna hêzên rejîmê li ser aniya Elzelaqiyat li deşta bakur ya Hamayê, ku çeperên wan ji aliyê topxana rejîmê hatin topbarankirin, hevdem ku hin deverên din jî rastî heman topbaranê hatin ku di encamê hin welatiyên sivîl şehîd ketin, ku hêjî lêgerîn ji bo kesên winda berdewam e.
Rejîm û milîsên terorîst yên Îranê, berdewam in di binpêkirina peymana Idlibê de her ji dema îmzekirina wê û heta vê gavê, û hêzên rejîmê û milîsên Îranê berdewam in li ser topbarankirina deverên cuda cuda bi top û rokêtan hevdem ligel hewldanên berdewam yên pêşdeçûnên rejîmê, ku di encamê de hin welatiyên sivîl şehîd ketin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê vê binpêkirina peymana Idlibê şermezar dike û daxwaz ji Rûsiya dike ku bi erkên xwe rabe li hember binpêkirinên berdewam ji peymanê re yên bi riya topbaranan û êrîşên esmanî yan bi riya hewldanên pêşdeçûnê û êrîşên bejayî yên berdewam dibin.
Hevbendî dubare cext li ser giringiya peymana Idlibê dike, û hevdem dakokiyê li ser giringiya parastina wê dike û giringiya hemû aliyên gerantor ku nehêlin ku peymana Idlibê bibe alavek ji bo bikaranîna tawanên zêdetir û têkdana çareseriya siyasî.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Agahdariyê û ragihandinê
10 mijdar 2018