Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, rewşa taybet ya warê hawarhatinê li kampên parêzgehên bakur piştî baran û bagerên xurt li çend rojên borî dişopîne.
Rewşa koçberan ji ber lehî û şapên li kampan û niqombûna bi hezarên konan û zirarên madî rewşeke bobelatî ye, û pêwîstiya wan ya bilez bi alîkariyên navnetewî heye, tevî hewildanên hikûmeta Sûriyê ya demî û tîmên parastina sivîl û saziyên encûmenên xwecihî.
Hevbendî bangê ji bo alîkarî û rizgarkirina bi deh-hezaran welatiyên sûrî yên koçber li kampan û deverên zerer gihaye wan ji ber lehî û şapan dike, ku pêwîstiya wan bi selikên xwarinê yên awarte û mazotê û 2000 konên alternatîv heye.
Hikûmeta demî ya Sûrî û bi hevkariya encûmenên xwecihî û komîteyên parastina sivîl û bi alîkariya xelkê deverê, karîbû hin alîkarîyan bigehîne hejmareke kampan û hejmarek ji koçberên bê kon ber bi deverên ewle veguhêze, di heman dema ku ti piştgirî negihişt destê wan kesan, û pêwîstiya wargehan bi piştgiriya lezgîn heye, û pêwîstî bi planek awarte bo rizgarkirina bi deh-hezaran kesên zerermend heye.
Îro zêdetir ji hezar kampên di hundirê Sûrî de û bi sedan wargehên bêseruber, piraniya wan koçberên bi darê zorê ne, û li bakur dijîn, tevî felaketa koçberiyê ya gelek pirsgirêk peyda kirine, ji ber qelsiya xizmetên tenduristî û perwerdehiyê û nebûna alavên germkirin û eletrîkê û pêwîstiya berdewam ji bo saxbîriyê û kon û rastkirina qadan.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
1ê nîsana 2019