Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Êrîşa tawankarî ya li ser navenda Efrînê vê sibehê bêguman êrîşeke tiroristî ye pirotestokirî ye, li gora serjimarkirinê 11 şehîd û bi dehan birîndar hene, û hêj tîmên rizgarkirinê û yên hawarhatinê û berevaniya sivîl li cih hevkariyê dikin tako birîndaran rizgar bikin û kesên xwedan rewşên aloz û metirsîdar bo nexweşxaneyên guncaw biguhêzin.
Tawana li Efrînê çêbû, digel ko li çend êrîşên wisa li Hesekê çêbû, tiroristî û yên piştgiriyê dikin û alavên wê yek cûre ne. êrîşên ko bajar amanc kirine teqîn bikar anîne di encamê de hin birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.
Hevbendiya Niştimanî tekez dike ko polîs û artêşa niştimanî dê berdewam peydeçûna milîtanên tiroristî bike û li pey endamên wê li her cihî biçe, asta karê amadekariyê bilind kiriye û li hemû amadekarî kirine da tirorist derbasî herêmên zindîdar nebin.
Hevbendiya Niştimanî got tirorist sivîlan amanc dikin, eger bi teqemeniyan be an bombeyan an bermîlên teqîner be, tiroristî her ew e, lê nikare çi pêşketinê li ser xakê bidest bixin, û em bi karînên artêşa niştimanî sûrî bawer in.
Ji civaka navdewletî tê xwestin ko têwerdaneke siyasî û yasayî bo piştgirî û alîkariya bijarteya miletê Sûrî bike, û dîsa ewlehî û aramiyê vegerîne tako rê li ber çareseriya siyasî ya giştî veke.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê
11.07.2019