Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Wek kopîkirinekê ji riftarên rêjîmê ên tepeserkirinê re, milîsên “PYD” ên terorîst siyasetên tirsandin û eşkencedanê li dijî xelkê Sûriyê dimeşînin, û her ji bo bicihkirina vê armancê li çend rojên borî hilmeteke girtin û revandinê li ser rêbendan û bi êrîşkirina li ser malên xelkê li gund û bajarên Minbic û Reqê û Dêrazorê bi rê ve dibin, ji bo revandin û girtina ciwanên wan navçeyan û tevlîkirina wan li nav hêzên xwe.
Hevbendiya Niştimanî van kiryarên revandin û tirsandinê şermezar dike, û tekeziyê li ser hevkarî û piştgiriya xwe dike ji xelk û koçberên Minbicê re yên grev li dijî van kiryaran kirin, û milsên “PYD” bi gulebarankirina dikanên beşdar di grevê de bersiva nerazîbûna xelkê da, ku ev yek kiryarên Rijêmê yên tepeserkirina xwepêşandanên cemawerî yên li destpêka şoreşê tîne bîra mirov.
Herwiha koçberên Afrînê yên vedigerin li ser mal û gund û bajarên xwe rûbirû heman tawan û riftarên kirêt ên milîsên “PYD” tên, û hejmarek malbat tevlî jin û zarokan bi destê wan hatine revandin û ber bi cihên nediyar de hatine veguhestin, tevlî standina nasnameyên koçberên li kampên Helebê ji bo neçarkirina wan li ser mana di kampan de, û koçberekî Afrînî bi guleyên bi tewşî yên milîsên PYD’ê hat kuştin, dema koçberên Afrînê xwepêşandanek ji bo vegerê li dar xistibûn.
Hevbendî daxwaza rawestandina sercem rengê piştgiriyê bo van milîsan bi awayekî tekûz û bilez dike, û di heman demê de xemsariya hin aliyên civaka navdewletî li hember gefên terorîstî ên van milîsan şermezar dike.
Hevbendî bi sedhezaran koçberên ji navçeyên dibin destê van milîsan de li bîr têne, û tekeziyê li ser giringiya vegera wan li bajar û gundên wan û dabînkirina saxlemiya wan dike.
Hevbendî destxweşiyê dike li bizavên berdewam yên dibin di çarçovê hilmeta paqijkirin û maliştina navçeya Afrînê û gundewarên wê ji mînên hatine çandin ji aliyê milîsên PYD’ê ve, ku bûne sedema şehîdbûna hejmarek ji sivîlan, jin û zarok jî di nav wan de hene.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
23 gulana 2018