Daxwiyaniyek Rojnamevanî
Îro sibehê dema destnîşankirî ya biryara Encumena Ewlekariya Navdewletî ya 2165 a destûrê dide bo derbaskirina alîkarîyên mirovahî bo gelê sûrîyê bi dawî tê, û Rûsîya û Sînê vê dawîyê mafê redkirinê VETO dijî pirojeya dirêjkirina dema biryarê bikar anîn.
Hevbendiya Niştimanî hişyarîyê dide derbarê metirsiya rawestandina alîkarîyên mirovahî bo gelê Sûrîyê, herweha ji xeternakiya pêşkêşkirina alîkarîyan di rîya rêjîma Esed bi tenê re, ya ku dihêle jîyana bi milyonan Sûrî di metirsîyan de be.
VETOyê Rûsî û Sînî yê şermezarkirî, berbirsyarîya civaka navdewletî bi dawî nake, belê hîn bêtir dikê, û ji Encumena Ewekariya Navdewetî tê xwestin ku tevbigere da nema bihêle karê Encûmanê pûç bibe, û mîkanîzmên pêwîst bo gihandina alîkarîyan ji Sûrîyan re bi hemî rêçan bibîne.
Çênabe civaka navdewletî di dorpêçkirina gelê Sûrîyî de beşdar be, û em hişyarîyê didin ji wê yekê ku derbaskirina alîkarîyan di rîya rêjîma gendel bitenê re, deriyê dizî û talankirinê vedike, û dê wan alîkarîyan bo piştgirîya hêz û milîseyên xwe bikar bîne.
Xerabûna rewşa jîyanê dê bihêle pêlin nû yên penaberan çêbibin, ji bo dabînkirna jîyaneke baş ji malbat û zaroyên xwe re, û ew kêmtirîn mafê wan yê rewa ye, û em daxwaza tevgereke erênî ji hêzên navdewletî dikin, ya ku bihêle Sûrî birûmet li ser xaka welatê xwe bijîn.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
09 kanûna paşîn 2020