Daxuyania Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê rêz û hurmeta xwe ji têkoşerê mezin Riyad Sêf re diyar dike, ko bi sedema rewşa wî ya tendiristî daxwaza destkêşana ji kar wekû pêngaveke mêranî pêşkêş kir.
Hevbendî spasiya bizavên wî yên ji bo çaksazkirina Hevbendiyê dike û gelek karûbar di qonaxeke aloz de pêk anîn, Hevbendî xêr û xweşiyê bo tendiristiya wî dixwaze da zû karibe li karê xwe vegere wek endamekî çalak di Hevbendiyê de.
Li gora madeya 8 û 11ê ji sistema bingehîn ya taybet bi rewşa valabûna cihê serokê Hevbendiyê, birêz Ebdulrehman Mistefa cîgirê serok bi meşandina karê serokatiyê hate teklîfkirin, heta dema hilbijartinên dahatî, bi hêvî ne di karê xwe de serkeftî be û karê tevayî û yê dezgehî di vê qonaxê de ji bo xizmeta milet û şoreşa me û beraberiyên têne pêşiya şoreşê baş birêve bike.
Rêz ji bo têkoşerên xwedan bawerî û serkeftin ji şoreşê re
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Desteya Siyasî
09.03.2018