Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di dijatî û sivkatiyek eşkere de bi nirxên mirovîniyê, firokên Rûsiya û rijêma Esed li roja şembiyê (7’ê nîsanê) çend êrîşên dijwar bi gazên jehrê dijî bajarê Dûma li Xûta rojhilat pêkanîn, ku ligor amarên destpêkî ew êrîş bûne sedema şehîdbûna zêdetir ji 100 mirovî ku piraniya wan jin û zarok in, û herwiha zêdetir ji 1000 kesên din ketin rewşa xeniqînê , hevdem ku hêjî çarenivîsa bi sedên xêzanên veşartî di asêgehan de nediyar e, bi sedema birîna hêlên pêwendiyê û elektrîkê û astengiyên dikevin pêşiya tîmên hawarhatinê.
Hevbendiya Niştimanî, kêmiyabaran û bombebarana Xûtayê bi çekên kêmiyayî û napalim û fosforê û kuştina jin û zarokan yên di asêgehan de bi tawanên şer û qirkirinê dibîne û piştrast dike, û Rûsiya berpirsyar dibîne li tenişt rijêma Esed ya tawankar li hember pêkanîna van tawanên hovane.
Hevbendiya Niştimanî, her civîneke konseya ewlekariyê, hevdem ligel vîtoya Rûsî bêmifa û bêhûde dibîne, û lewra daxwaza bizaveke bilez ji dewletên destûra konseyê û dewletên pêwendîdar û bi taybetî ji Amerîka û Birêtaniya û Fransa dike ku bilez rabin bi erkê xwe li hember parastina ewlehî û aştiya navdewletî, û rabin bi bombebarankirina serbazgeh binke û firokxaneyên Rijêmê yên têne bikaranîn li dijî gelê Sûriyê, herwiha bilez daxwaza raguhestina fayilê tawanên rijêma Esed bo dadgeha tawanên navdewletî dike, û cext li ser berpirsyaretiya civaka navdewletî li hember rawestandina dijminkariya li ser Xûta û Dûma dike, û cext li ser giringiya parastina 200 hezar sivîlên navçeya rizgarkirî ya Xûta rojhilat dike.
Hevbendî bang li revenda Sûrî û erebî û azadîxwazên cîhanê dike ku bêdeng nemînin li hember tawanên Rijêmê û daxwaza bizavên bihêz dike ji bo fişaran bêxin li ser hikûmetên bêdeng li hember tawanên Rijêmê.
Serkirdayetiya Hevbendiyê hevdem ligel zêdegaviyên Rûsiya û tawanên qirkirinê yên li Dûma, niha têkiliyan ligel dewletên pêwendîdar pêktîne bi armanca sizakirina tawanbaran û parastina xelkê me yê li Dûma.
Dilovanî ji şehîdan re û saxî ji birîndaran re û azadî ji dîl û girtiyan re.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
8 nîsan 2018