Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di çend demjimêrên bûrî de zincîrek ji komkujiyên hovane li Dêrazorê û Reqayê ji aliyê firokên Rûsiya hatin pêkanîn, û têde nekêmtir ji 15 kes li bajarokê ‘Eyaş li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin û ji wan 10 kes ji malbatekî bûn, tevlî komkujiyeke din li taxa Sêfidewle li Reqayê û herwiha bi dehan şehîd û birîndar ketin di du komkujiyên din de li bajarokên Mi’dan û Zorşemer li gundewarê Reqê
Hevbendiya Niştimanî van tawanên armanckirina sivîlan şermezar dike ku yekser û bi awayekî rasterast dibin binpêkirin ji yasa navdewletî re, têde rêxistina DAIŞê wek bihane ji bo yasakirina tawanên xwe yên dijemirov û dijî sivîlên Sûriyê bikar tînin.
Tawanên dagîrkariya Rûsiya yên yekser û bimebest dubare dibin bi rêka “pilana hewla bikaranîna nekarîna navdewletî ya ku maye bendewar ta ku dagîrkar pêkanîna tawanên xwe yên di derheq gelê Sûriyê de bidawî bike”!
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20 tîrmeh 2017