Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rejîma tawan û terorê, Sûriya xist di nava trajediyek berfireh de, ku beşên wê behsa çîrokên penaberên Sûriyê dikin, yên ji encama kiryarên dirindane yên rejîmê û ji dojeha qirkirinê reviyane û di mercên bobelatî û zehmet de dijîn.
Tevî hin destpêşxeriyên navnetewî ji bo çareserkirina vê krîzê, û hewldanên baş ji piraniya welatên penageh, lê di heman demê de asta têkçûna civaka navnetewî li hemberî parastina yasa navnetewî, û pêkanîna biryarên Konseya Ewlekariyê û komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî, û karvedanên vê yekê li ser doseya Sûriyê û krîza penaberên wê eşkere dibe.
Di bin sîbera berdewamiya zêdegaviyan de, rewşa penaberan ya mirovahî û civakî xirabtir dibe, tevî ku êş û zehmetiyên wan li welatên penageh zêdetir dibin, bi taybetî li hin welatan weke li Libnanê, ku dezgehên wê ti rêzê li mafên penaberan û yasayên navnetewî yên penaberan nagirin.
Di heman demê de, kesên koçber li navçeyên di bin kontrola rejîmê de rastî şêweyên cuda yên çewisandin, girtin, binçavkirin û îşkencê dibin, bi bikaranîna rêbaza xwe ya li ser tundûtîjî, talan û desteserkirina malê welatiyan ava kirine.
Li ber vê siyaseta tawankar, hejmara penaberan bi nêzîkî 7 milyon kesî tê texmînkirin, lê agahiyên rast diyar dikin ku hejmar ji vê yekê mezintir e, û hejmarên fermî hebûna 3.6 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê, 944 hezar li Libnanê, 676 hezar li Urdunê, û zêdetir ji 250 hezar li Iraqê piştrast dikin, û Elmanyayê pêşwazî li zêdetir ji nîv milyon kesî kiriye, û wekî wan li Sûdanê, û Swêdê jî pêşwazî li zêdetir ji sed hezar penabeî kiriye, û bi deh-hezaran jî li welatên din yên cîhanê penaber bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, li gor raportên berê yên taybet li ser rewşa penaberên Sûrî û koçberên li hundir û derveyî Sûriyê, hişyariyê dide ji rîskên cidî li ser penaberan, bi taybetî jî li ser wan kesên ku bi darê zorê û di bin gelek fişaran de têne vegerandin, û piştrast dike ku vegerandina her penaberekî Sûrî di dema niha de jiyana wî têxe di bin metirsiyeke mezin de.
Hevbendiya Niştimanî dubare tekeziyê li ser pêwîstiya rêzgirtinê li yasayên navnetewî û peymanên parastina penaberan û qedexekirina binpêkirinên dijî wan dike, û darizandina her kesê ku xelkê li dijî penaberan sor bike, yan jî mafên wan yên rewa binpê bike.
Di roja cîhanî ya penaberan de, ku civata navnetewî hêjî li ser siyaseta xwe ya temaşekirina li trajîdiya gelê Sûriyê ya ji heşt salan ve berdewam e, bêyî pêkanîna erkên li ser milên xwe, û pabendbûna bi biryarên taybet bi maf û rewşa penaberan, lewra Hevbendiya Niştimanê ji bo wefadariya bi xwîn û qurbaniyên mezin yên gelê Sûriyê re, bang li cîhanê dike ji bo pêwîstiya bizaveke cidî bike li dijî planên rejîmê û hevalbendên wê ya hewla pêkanîna bobelateke mirovî nû li dijî bakurê Sûrîyê dide, û koçberkirina bi sed-hezaran welatiyên sivîl ji wê deverê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
20.06.2019