Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Tiştê ko îro şembiyê li bajarokê Sermîn li gundewarê Idlib yê rojhilat çêbû tawankariyeke metirsîdar e, ko têde endamên berevaniya sivîl di dema li navenda xwe kar dikirin bûn qurbanî.
Di vê Tawankariyê de heft endamên berevaniya sivîl ên ko tevli karê mirovî bûne ji bo sivîlan rizgar bikin şehîd ketin, dema çeteyin tirorist êrîşî navendê kirin û tiştên têde talan kirin.
Hevbendiya Niştimanî vê zêdegaviyê pirotesto dike û tekez dike ko ew rewşê dişopîne û çi tiştê jê bê ewê bike ji bo hûrbîniyên tawankariyê derxîne û zikreş û dexisokên ew tewan pêkanîne eşkere bike, û zû be an dereng be ewê têkevin nav destê dadmendiyê û sizayên xwe bibînin, wek her kesê ko tawankarî derheqê sivîlan de li Sûriyê pêk aniye û her kesê ko destê wî bi xwîna bêgunehan bûye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
12 tebaxa 2017