Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Di roja yekem ji cejna rojiyê destên xwînrêj û tawankar kampaniyeke tiroristî li dijî sivîlên tax û sûkên bajarê Idlib û gund û bajarokên gundewarê wê çend teqîn pêkanîne, ji wan jî mayûn û teqînok, di encamê de bi dehan kes şehîd ketin û birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî van tawankariyên tiroristî yên kirêt ko di 24 demjimêrên borî de çêbûne pirotesto dike, ku bi mebest di roja yekê ji cejnê de sivîl amanc kirine, tako meydanên cejnê bikin cihên tawankarî û kuştin û xwînê.
Cejn li pey cejnê xelkên Sûrî ji dêvila pîrozkirina cejnê sersaxiya hev dikin, û hêj destê rêjîma tawankar û rêkxistinên tiroristî serdest û berdayî ne, û sivîlan bi hemû şêweyan amanc dikin, di tunebûna çi rola jidil ya civaka navdewletî û berdewamiya bêçaretiyê di pêrabûna berpirsiyariyên xwe û dîtina çareseriyekê ko tawankariyê rawestîne û mafê gelê Sûrî dabîn bike, û hêvî û daxwazên wî yên rewa di azadî û rûmetê de misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
26.06.2017