Daxuyaniyeke rojnamevanî
Aavahiya encumana xwecihî ya bajarokê Şîfoniyê li Xûta Rojhilat a gundewarê Şamê roja yekşemê 25 sibatê tuşî bombebaraneke balafirên rêjîmê û dagîrkera Rûsî bû, û di encamê de komelkujiyek çêbû û serokê encumena xwecihî Mihemed Camûs û du endam û hejmarek ji sivîl û penaberan şehîd ketin, û ta niha operasyonên derxistina laşên wan ji bin wêraniyan berdewam in.
ew bumbebaran tewaneke cengê ye û binpêkirineke ji biryara agirbesta 2401 re piştî kêmî 24 saetan ji biryardana wê, û binpêkirine ji yasaya navdewletî re û yasaya navdewletî ya mirovî re, ku tê de çekên goşeyî û şewatkar dijî taxên niştecihan û avahiyên sivîl û pizîjkî hatin bikaranîn.
Hevbendiya Niştimanî bi germî sersaxiya malbatên şehîdan dike, û tewanên li pey hev li dijî sûriyan şermezar dike û hişyariyê dide derbarê dijminkariya ku dijî Xûta Rojhilat bi hemû bajar û bajarokên wê dibe, û dibîne ku ew pirojeyekî qirkirina tevayî ye û tewana dijî mirovahiyê ye ku îro li pêş cavê civaka navdewletî dibe, ew civaka navdewletî ya tevaya berpirsyariya bêkêriya xwe di sizakirina tewankarên wan tewanan de bi dirêjiya salan hildigre, û di encamê de asta tewankariya Rêjîmê û Rûsya û Îraniya bilintir bû.
û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê daxwazê ji civaka navdewletî dike ji bo hilgirtina berpirsyariyên xwe di warê parastina sivîlan de û daxwazê ji netewên yekbûyî dike ku karibe ew astengiyên Rûsya bi şêweyekî berdewam li Encumena Ewlekariyê dike li paş xwe bihêle, û kar û fişaran bike ji bo rawestandina komelkujiyên ku ana li Xûta dibin rawestîne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê
Ofîsa Ragihandinê
28 sibata 2018