Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bi navê bimilyonan welatiyên sûrî, bi rêzgirtin û serbilindî silavan pêşkêşî xwebexşên bergiriya sivîl ya Sûrî dike, û piştrast dike ku xebata wan wê bimîne cihê rêz û hurmetê li rex gelê Sûriyê, û hemû mafxwaz û alîgirên azadî û mirovahiyê li tevaya cîhanê.
Li cihê bûyerên reş û tije xwîn û wêrankirin, xwedanên Kumên Spî rûyek spî pêşkêş dikirin , ku mînakek ji bo mirovê sûrî yê resen bûn, mirovekî ku jiyana xwe ji bo rizgarkirina qurbaniyên bombebaran û hilweşîn û koçberiyê terxan kiribû, ku hêza xwe ji dilsoziya xwe ya paqij werdigirt.
Di bin bombe û bermîlan, û di nav dîwarên malên wêrankirî de yên bermayên êrîşên balafirên Rûsya û rejîmê, xebata xwedanên Kumên Spî û hevkarî û sebr semaxa wan dibûn sedemên rizgarkirina bi deh hezaran welatiyên sivîl ji bin kavilan, û pêşkêşkirina xizmetan ji bo bi sed hezaran kes koçber û derbider û hejarên ji bombebarana rejîmê û milîsên wê yên terorîst direvin.
Ew kesên derewan li ser kar û xebata vê rêxistinê belav dikin, ji sertewanina xwe pêve bidest naxin, ku bi tenê ew derew dikevin di nav wan hewldanan de yên dixwazin careke din wan bi roket û bermîlên teqîner armanc bikin, ku bergiriya sivîl ji bo parastin û rizgarkirina sivîlan her ji destpêkê û heta niha 251 şehîdên saziya xwe ji dest dane, û gelek ji wan bi sedema êrîşên balafirên Rûsiya û rijêmê li ser heman armancên berê ji bo bombrbarankirina kesên kesên karên hawarhatinê dikin hatine kuştin.
Êrîşa Wezareta derve ya Rûsaya li ser saziya Kumên Spî, tê di çarçova daxwaz û niyaza wê ya hovane de ji bo tolvekirinê ji wê, ji ber gefeke rastyeqîn e li ser tawankaran û alîgirên wan, bi taybetî ji aliyê yasayî ve, ji ber ku kadroyên Kumên Spî her ji destpêkê de zincîrek ji tawanên li dijî gelê Sûriyê document kirine. tevlî parastina belge û wêne û raportan, û qeydkirina deng û vîdeoyan û belge ji welatiyên sivîl ên birîndar û belgenameyên li ser tawan û herêmên armanckirî, ku ev hemû bi giştî dibin belge û materyalên qanûnî yên bi hêz, li pêşiya dadgeheke bêalî, ji bo piştrastkirina gunehbarkirina rijêmê û berpirsiyariya Rûsya li ser pêkanîna tawanên şer û tawanên dijemirov û binpêkirina yasa navnetewî.
Bi sedan xwebexşên berevaniya sivîl radibûn bi kar û erkên xwe di dema ku Der’a û Qunitra bi dijwarî rastî êrîşên dijwar yên rejîmê û Rûsya dihat, û destê alîkariyê ji bo koçber û derbideran û piştgirî û saxlemiya berdest pêşkêş dikir. Bê guman di derbarê çarenivîsa wan de, nayê zanîn ku wê çi bi serê wan hatibe li dema bikevin di nav destê hêzên rejîmê de eger ew dever ji aliyê rijêmê kontrol bibe.
3,750 xwebexşên Berevaniya Sivîl hêjî ji bo parastina sivîlan di hindur Sûriyê de kar dikin, û hîn jî çarenivîsa bi sedan ji wan nediyar e, û ji bo derketina wan bi aramî, pêwîstî bi destwerdana Netewên Yekbûyî (NY) heye.
Di dema pêvajoyên danustandinê de ya li başûr pêk hat, Rûsya û rijêmê red kirin ku xwebexşên parastina sivîl ligel koçberan ber bi parêzgeha Idlibê derkevin, hêjî berdewam red dike yên mayî ji wan bi aramî derkevin.
Xwedanên Kumên Spî dê berdewam bimînin sembola dilsozî û mirovahiyê, û bizava wan wê bibin çavkaniya qehremaniyê û serbilindî û rûmetê, wek heman rola wan ya mezin di rizgarkirina jiyana welatiyên sivîl, û helbet wê şehidhalbûna wan nîşanek xurt be li ser tewanên tewankaran ji bo pirotestokirina wan.
Nemirî ji bo şehîdan û saxî ji bo birîndaran, û azadî ji girtiyan re, bijî
Sûriya, bijî xelkê wê bi azadî û serfiraz
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê
Ofîsa Peywendî û Ragihandinê
25ê tîrmehê, 2018