Di Encama Êrîşeke Terorîstî dijî Bajarê “Til Ebyed” ê gundewarê Reqayê, îro şemiyê, bidehan sivîl şehîd û birîndar ketin, û hin çalakvanan bal kişandin ser ku milîsên PYDa terorîst li pey wê “tewana kirêt” in.
Û hin çalakvanan gotin ku otomobîleke bombekirî li taxa pîşesazî li navenda bajarê “Girêspî” teqiya, û şehîd û birîndar li pey xwe hiştin, û ambolansan berê xwe dan cihê teqînê, ji bo rizgarkirina birîndaran û veguhestina wan bo nexweşxaneya bajêr.
Û ev teqîn yek e ji zincîreke teqînên terorîstî yên li deverê rûdidin, piştî berdana milîsên “PYD”yên terorîst, yên ku bi bi şêweyê xwe yê tewankarî tên naskirin, ji bo têkbirina hêminî û aramiyê li deverên rizgarkirî.
Û emîndarê giştî yê Hevbendiya NIştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdulbasit Abdullatîf, bi tundtirîn hevokan ev tewana kirêt şermezar kir, û got ku ew bi armanca têkbirina hêminî û aramiya herêmê ye, ya ku xelkê sivîl tê de dijîn piştî rizgarbûna wan ji kontrola milîsên PYD, û bal kişand ser ku ew êrîş mîna yên DAIŞê ne, yên ku dijî sivîlên hêmin pêk tîne.
Û her weha got ku ji civaka navdewletî û dewletên kartêker tê xwestin, li dijî van êrîşên terorîstî yên sivîlan armanc dikin raweste, û bi rengek diyar wan protesto bike, û ew aliyê êdî ji her alî ve hatiye naskirin ku êrîşên berdewam li dijî sivîlan li deverên rizgarkirî pêk tînin siza bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimaî ya Sûrî