Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Dîdara Taybet

Mucahdê Xelq: em şahnazin bi qotabîbûna xwe di qotabxaneya Şoreşa Sûrî de em hişyariyê didin hevalên xwe ji revandina Şoreşe

August 13, 2014
in Dîdara Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
(em şahnazin bi qotabîbûna xwe di qotabxaneya Şoreşa Sûrî ya pîroz de, ya  ku bi sedhezaran qurbanî dane ji bo cîbecîkirina gotina xwe di damezrandina dewleta yasa û azadiyê). Ev gotin; gotina Mûsa Efşar e yek ji serkirdeyên Şoreşa Îranî ya dijî diktatoriyeta ayînî – Wîleyeta Feqe – ya ku hewl dide bidizî derbasî deverê bibe. Herwiha di dema nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê dîdarek taybet pêre kir got; ” ji ber berbirsyariya min ya mirovahî û hevbeşiya dijminê me û Şoreşa Sûrî, Ez şîretan li Sûriyan dikim ku hişyar bin dema helbijartina serkirdeyên Şoreşê, ji ber ku sedema serekî ya derengiya zayîna şoreşa Îranê heta niha, ewe revandina Şoreşê ye ji bal hin serkirdayetiyên girêdayî yên bi nav li ser şoreşê ne, lê di rastî de hîç pêwendiyên wan bi şoreşê re nînin, ne ji dûr û ne ji nêzîk. Herwiha li bîra rikaberya şoreşgerî tînim ku xwe giringtirîn pêdiviyên vê qonaxê ew e,nehîniya serkirdeyên biryar di dest wan de, hindik bin jî ne xem e , ji bo destnîşankirina armancên neguhêr û cidakirina wan ji yên ku tên guhertin, û wan piransîpan bikin tiştên herî tund yên ku tu kes nikaribe wan ji dest berde, ew jî rûxandina rêjîma Esed û rêjîma Xamînayî ye û paqij kirina deverê ji hevnika ku di dîroka wê de çêbûye, ji ber ku rûxandina terorê û zordariyê ji hev nayê parçe kirin, û têkşikandina terora dewletê li hember gelan di deverê de, pêdiviye têkşikandinek yekcarî be “.
Eve têkista hevpeyvîna nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê digel Mûsa Efşar endamê Rêxistina Mucahdê Xelqê Îranê.

Xala herî bi hêz ya kongirê bi xwe ve dîtî çi bû di wî kongirê  rikberiya Îranî ya li Cinêf hatî bestin bi amadebûna Netewên Yekgirtî û rêxistinên mafê Mirov û hin çalakiyên din?
Xala herî bi hêz ya kongir ciyawaz kirin ji kongirên din, ewe ku evî kongirî tevahiya setembarên deverê kom kirin, û ji hemû hêzên nîştimanî yên rikber pêkhat, yên ku serhilan kirin li ser ketwarê sitemkariyê, ew ketwarê ku çend girûpên çeteyên desthilatdar dixwazin li ser gelên herêmê bisepînin, Tevahiya endamên binemala deverê– Sûriya û Îran û Libnan û Filistîn- di hindurê  mala navnetewî ya mafê Mirov de kom bûn, da tevahiya dewletên Cîhanê agahdar bikin li ser pêdiviya sizakirina gunehkaran li ser tawanên wan dijî gelên deverê. Kombûna van hemû setembaran di hindur baregehek Netewên Yekgirtî de pîştî sûnda rûxandina sitemkariyê bi hev re xwarin, dîmenek pir bi bandor bû li ser xudan wijdanan.

piştî 35 salan ji qotandina dergehên Civaka navdewletî di baweiya te de  rêça we daye ser durist e, û helwîstên civaka nêvdewletî li gor asta daxwaz û qurbaniyên gelê Îranê ne?
Nikarim red bikim ku helwîstên navdewletî sist bûn û ne bi qasîtişta gelê Îranê pêşkêş kiriye di 35 salên Şoreşê de, lê em wek miletekî di çarçova  vê komelgeha siyasî û mirovahî de dijîn, me çi rê nînin ji bilî dergehên yasa navdewletî û xudan wijdanên zindî di vê Cîhana Mîkafîlî de. em bawerin ku Şoreşa rasteqîne bi rojekê û bi du rojan sernakeve, ji ber ku guhertina ketwarê stem û zordariyê û rûbirûbûna tankan û çekan bi silogan û diruşmên aştiyane ne tiştek hesanî ye û ya pêdivî bi sebr û hedarek mezinheye, lê pêdiviye baweriyê bînin ku diktatoriyat nikarin peyva gelan bişkînin.

Bi nêrîna te..xalên hevbeş çi ne di navbera rikberiya Îranî û Sûrî de, û tiştên rasteqîne yên we dighînin hev hene?  
 Çekê gelêrî yê aştiyane û herwiha dijmin û doza hevbeş, xalên bingehînên hevbeşin di navbera herdu Şoreşan de, ew bizava siyasî ya li Sûriya û Îranê dibe, ji hinavê bizava gelêrî hat, ku aştî navûnîşanên tevahiya şoreşên li deverê dijî sitemkariya ev dehên sala ne miletên deverê diçewsîne rûdne, lê bilez van rêjîmên diktatorî yên lawaz, bi guleyan û mûşekên Sikod û bi girtina xelkê bersiva wan diruşmên aştiyane  yên li ser dîwaran dihatin nivîsandin dan, bi armanca çekdarî kirina şoreşê û xapindina civaka navdewletî bi dengê guleyan û tîrorê dema li xwestekên miletên deverê guhdarî bikin.

Aye rûxandina Esed tê bi wateya rûxandina rêjîma Xamînayî yan berovajî diruste. û aye rolek Êraqê heye di vê yariya Siyasiya îro de?
Bêguman ev rêjîmên sêqolî ya Xaminayî û Esed û Elmalikî bi hevre girêdayî ne, lê her yek bi rolekê ciyawaze, lê rêjîma Xamînayî yarîzanê serekî ye ku li ser bingeheke ayînî  ava bûye, ku Esed û Elmalikî mîna du pelekên Siyasî ne, lê kontrola wan di dest rêjîma diktatoriya olî de ye, bi navê neayînî wan herdu pelikan bikar tîne, herdu rêjîm tên mîna du baskên rêjîma Îranî ya nikare bifire bê wan, û hêza vê sêqoliyê ne li ser hêza gelên hersê welatan e, li ser binyata hevbendiyên leşkerî ne yên ku di riya wan re hewl didin ejendeyên xwe yên siyasî û çandî bi sepînin.

Aye rûxandina Elmalikî tê bi wateya destpêka bi dawîhatina rêjîma Îranî û rêjîma Esed di deverê de, yan hêşta Xamînayî dikare cirîdê di meydana Siyaseta navdewletî de bike?
kesê piştî Elmalkî bê ew diyar dike, heger ji encam û berhema bizava gelêrî be, ya îro li Êraqê rûdaye, bêguman wê rêjîma Esed û herwiha ya Xamînayî jî wê ruxandina wan nêzîk be, di dema ku guhertina serokwezîrê Îraqê guhertinek rasteqîne be, ji ber ku Îraq yek ji binkê estratîjîke bo rêjîma Xamînayî û herwiha palpiştê rêjîma Esed e û piştevaniya wê dike li hember şoreşa sûrî ya ji bo rûxandin û dadgeh kirina Esed kar dike. lê sebaret paşeroja Esed li deverê de, dema ku Îran dest ji Malikî , bêdilê xwe, berdeyê yê ku dibe pelka têgihiştin û rêkeftinê di navbera Amerîka û Îranê de, wê di demek nêzîk de dest ji Esed jî berde. bi kurtayî  tewerê bergiriyê di deverê de yeklaş e, û her guhertinek di yek ji wan de wê bandorek rasterast  li yên dîtir bike.
Heta çi radeyê destêwerdana Îranî tê wek hewlekê bo hinartina qeyrana xwe ya navxoyî û veşartina têkçûna rêvebirina Îranê wek dewletek tiknoqrat?
Heta radeyekê ez digel te hevkokim, lê pêdiviye tekez bikim ku destêwerdana Îranê di karubarên herêmî yên dewletên cînar de, siyasetek estratîjîk e û li ser binyatek olî diktatoriya xwe bi rêve dibe, ya hewl dide heman desethilatê zal bike bo tevahiya dewletên cînar û bi taybetî dewletên kendavê. Û destêwerdanên wê di karubarên dewletên cînar de ne pirsek demkî ye, berovajî vê çendê ev destêwerdan bingehekî serekî ye ji rêjîma Xamînayê, siyaset û hebûna xwe li ser ava dike. ku rêjîma welîleyeta Feqe li ser du binyatên serekî ava dibe, ya yekê li ser serkodkirina bizavên navxoyî, û ya duwemîn tê cêbicêkirin bi avakirina rêxistinên terrorist û yên tundrew di nav welatên cînar de,  bo hinartina şoreş û fermanrewiya xwe bo welatên cîran. û Xamînayî bi devê xwe, dema hatî li ser desthilatê got:” ne ya giringe bibim lêveger bo gelê Îranê, belê giring ewe bibim lêvegerê gelên deverê”. Heta ku Feyleqê Elqodis yê ku tê pejrandin wek mezintirîn saziya serbaziya Îranê, û erkê şer li tevahiya welatên dirawsê de pê hatiye spartin, bo parastina berjewendiyên herêmî  yên ku dibin bingeh bo bi hêzkirina desthilata wê.

Dema ku ji te bête xwestin tu gotinekê di guhê gelê sûrî û serkirdeyetiya wê ya şoreşgerî de bêje,tu dê çi dibêje?
Ziyaderewiyê nakim heger bêjim tevlî dîroka meya dûr û dirêj di xebatê de, bo me serbilindî ye bibin qotabî di qotabxaneya Şoreşa Sûrî de, ya  ku bi sedhezaran qurbanî dane  bi armanca gihandina peyama xwe û bizav ji bo damezrandina dewleta yasa û azadiyê, û ji ber berbirsyaretiya min ya mirovahî û pişkdarî di Şoreşa Sûrî de bi dozekî û bi dujminekî hevbeş, Ez şîretan li Sûriyan dikim ku lezê nekin di helbijartina serkirdeyên Şoreşê de, ji ber ku sedema serekî ya paşxistina zayîna şoreşa Îranê heta niha, ewe revandina Şoreşê ye ji bal hin serkirdayetiyên girêdayî yên bi nav li ser şoreşê, lê di rastî de hîç pêwendiyên wan bi şoreşê re nînin ne ji dûr û ne ji nêzîk. Herwiha li bîra rikaberya şoreşgerî tînim ku xwe nehîniya siyasî  yek ji giringtirîn pêdiviyên vê qonaxê ye, jibo destnîşan kirina binretan û cidakirina wan ji guherbran, û wan piransîp bikin rûgeha pîroz , ku nabe dabezîn ji wan piransîpan  bibe, ku ewe rûxandina rêjîma Esed û rêjîma Xamînayî ye û paqij kirina deverê ji hevnika rêxistinên tundrê yên hatîn xudan kirin di qorzîkên mîjoya wê de, ji ber ku rûxandina teror û stemdariyê ji hev nayê parçe kirin, û têkşikandina terora piyadekirî ya dewletê li hember gelan di deverê de, pêdiviya têkşikandinek yekcarî be. Herwiha ya pêdiviye bêjim ku raza mana van rêjîmên diktatorî di hevgirtina wan de ye, û ya pêdiviye mana me û paşeroja mejî wek gel û miletên deverê bi yekgirtina me deye  û zordariya van diktatoriyên desthilatdar me kom dikin û dikin yek.
Di kûrika min de hêşta gelek tişt mane, û kesê siyasî nawestê ji axaftinê digel miletên sûndxwarê bi destanîna azadiya xwe ji dest zordaran, û gelekî keyfxweşim ku ezmûna bihara Îranî bêxim ber destê şoreşvanên Sûriyê, ez bawerim ku serkeftina wan serkeftina me ye, û di dawiya çavpêketinê de Mûsa Efşar gotina xwe bi dawî anî û got:”ku serkeftin hedara demjimêrekê ye, heta ku birhên zayînê bo demekî dirêj bikevin jî, lê tenê hebûna birhan nîşana nêzîkbûna Zayînê ye, Em miletên biharê li benda serkeftinê namînin, ji ber ku serkeftin û kulîlkên biharê di yekemîn roja ku miletên Sûriya û Îranê diwarê sehm û tirsê şikandin vebûn “. 
ShareTweetSend

Related Posts

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire
Dîdara Taybet

Dilbaz Berazî: Tiştê Xweş di Hunerê de ku Ew Ramanên te Dixwîne bê ku Tu Biaxive û Hemî Zimanan di Nava xwe de Hildigire

October 24, 2019
Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin
Dîdara Taybet

Ahmed Kîbar: Hunermend Beşek ji Civakê ye û bi Derdora Xwe Daxbar Dibe û Wan Bûyeran bi Şêweyekî Hunerî Dide Dîrokê da Sermedî Bimînin

September 29, 2019
Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin
Dîdara Taybet

Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

July 27, 2019
Next Post
Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî Destpêkirina Weşana Beşê Bi Zimanê Kurdî Radigihîne

Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî Ya Sûrî Destpêkirina Weşana Beşê Bi Zimanê Kurdî Radigihîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.