Serokê şanda desteya bilind ya danûstandinan Nesir Elherîrî, tekez kir ko wan desteya desthilatdar ya veguhêz û karûbarên wê, ya ko pirinsîba veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê ye, digel şanderê navdewletî Stîfan Dî Mistora gengeşe kirin.
Di kongirekî rojnamevanî de li baregehê Netewên Yekbûyî li Cinêvê, piştî hevdîtina digel şanderê navnetewî, Elherîrî got: îro me gengeşeyine berhemdar bi Dî Mistora re kirin, û li gora gera derbasbûyî, me li ser veguhastina siyasî ramanin di derbarê damezirandina desteya desthilatdar ya veguhêz û hemû dezgehên bi qonaxa veguhêz re têkildar pêşkêş kirin.
Elherîrî diyar kir ko wan raportek li ser rewşa mirovî û kirdeyên rêjîmê û hevalbendên wê pêşkêş kir, ku di navbera herdu gerên danûstandinan de 586 kes şehîd ketine û neh dibistan û cihên bijîşkî û 5 bazar amanc bûne, û hejmara kesên di operasiyonên girtinê de hatine girtin gihaye 647 kesan, 24 zarok û 43 jin di nav wan de hene.
Elherîrî berdewam kir û got: “tekez dikim ko em li vir in ji bo welatê xwe ji tiroristiyê rizgar bikin û Sûriya ji tiroristiya Daiş rizgar nabe eger ji tiroristiya Beşar Elesed rizgar nebe.”
Mihemed Sebra, Mezinê danûstankaran, diyar kir ko şandê belgeha derbarê dîtina opozisyonê li ser desteya desthilatdar ya veguhêz roja înê radestî şanderê navdewletî kir. her weha doz kirin ko desthilatên desteya veguhêz heman karînên serokê komarê û desthilatê bin, û desthilatiya li ser artêş û ewlekariyê di nav wan de bin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Ele’rebiyê