Nesir Elherîrî
Dr. Nesir Mûsa Elherîrî jidayîkbûyê Der’a sala 1977 ye, derçûyê kolîja pizîşkî ye, û xudan bawernameya macstêr e di nexweşiyên zik û dil de, û bi zimanî Engilîzî baş dinvîse û diaxive.
Serbora siyasî:
Sikirtêrê giştî yê berê yê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî bû, û zêdetir ji carekê bûye endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê, û niha serokê desteya danustandinên Sûriyê ye.
Serbora pêşeyî:
Elherîrî di gelek cihan de kar kiriye:
Serokê pizîşkên nexweşxaneya Esed ya zankoya Şamê bû.
Serokê pizîşkên nexweşxaneya niştimanî ya Der’a bû.
Sîmînar di kompaniya Else’id ya çêkirina dermanan de dane.
Pizîşkê neştegeriya dil bû li nexweşxaneya Elşefa û çendîn nexweşxaneyên taybet li Şamê.
Rêveberê pizîşkî yê kilîngehên Si’ûdî li kampa Elze’terî bû.
Rêveberê nivîsîngeha herêmî ya desteya pizîşkî ya Sûrî ye.
Elherîrî tûşî peyketinê bû ji aliyê dezgehên ewlehiyê her ji sala 2003 heta 2009’an bi behaneya belavkirina ramanên lawazkirina hestê netewî.
Her ji destpêka şoreşa Sûrî ya 2011 ya pîroz, di xwepêşandanên aştiyane de beşdar bû, û di yekem gireva sendîkeyî de beşdar bû û daxuyaniyek da û têde hêzên ewalekariyê bi tawanbar binav kirin û got ku mediya Sûrî mediyayek derew e û hewla çêkirina fitna û ajawegeriyê dide û pêdiviye bête dadgehkirin, û ligel girevgirtiyan destlikarkêşanên bikom ji hizba elbeh’s dan.
Berdewam ma di piştgiriya bizavan de heta piştî şerê berxwedanê yê çekdarî.
Li 05.06.2011’an sendîka pizîşkên azadîxwaz li Der’a damezrand, û bi fermî li roja 11.01.2013’an ragihand.
- – Endamê damêzrêner yê yaneya niştimanî ya diyaloga demokratîk li Urdinê.
- – Endamê damêzrêner yê komîta pizîşkî ya Sûrî li Urdinê.
- -Endamê damêzrêner yê komîtên xwecihî li Der’a.
- – Serdarê pizîşkî û nojdarên azadîxwaz.
Bêhtir ji 20 caran hatiye binçavkirin bi behaneya: perepêdana şoreşê – lawazkirina hestê netewî – 3 caran bi behaneya wênegirtina şehîd Himze Elxetîb û belavkirina li ser dezgehên ragihandinê – pêwendî ligel kenalên ragihandinê yên dijberî rijêma Esed – handana xwepêşandanên li dijî Rijêmê – dermankirina şervanan.