Sunday, May 4, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Belgeyên Fermî

Dîtina Siyasî û Pirinsîpên Damezirandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

August 12, 2013
in Belgeyên Fermî
Reading Time: 4 mins read
A A

Şoreşa Sûriyê armanc dike ko binekoka Rêjîma stemkar têk bibe, û hem avakirina Dewleteke sivîl, piralî û dîmuqratî, Dewleta Yasayê ya ko rêzê li mafê sivîliyê ji hemû Hevwelatiyan re digire.

Û Dewleta Sûriyê ya nû li ser evan pirensîpan ava dibe:

  1. Sûriyê Dewleteke sivîl, dîmuqratî û piralî, li ser pirensîpa Hevwelatîbûnê û wekîniya Hevwelatiyan di erk û maf de li gora destûrê û yasayên heyî, û çi cudahiyê nake navbera takekesên Miletê Sûrî li ser bingeha regezî, an siyasî, an netewî, ramanî û olî. 
  2. Dewleta Sûriyê bi fermî bi hemû Pêkhatên Netewî yên Civaka Sûrî mikur û danpêdan dike. Û tekeziya mafê wan di bikaranîna ziman û kultura taybet de û seqayên xwe di azadiya ko yasa dide pêk bînin.
  3. Sûriya nû Sîstema dîmuqratî ya hilbijartinê rêbaz dike û dibîne ew tekbijar e ji wê re, û li ser bingeha piralîya siyasî û guhêstina desthilatdariyê ava dibe, ya tunûtûkiyê red dike, û mafê Hevwelatî diparêze, ya ko mafê bawerî, nêrîn, derbirrîn, partîtî û rojnamegeriya azad û mafê kar û xwepêşindan û girev (mang), û mafê guhastin û afirandin di hemû war û gorepanên afirandinê.  
  4. Sûriya pirensîpa hilbijartinan ji bo bijartina nûnerên gel di Encûmena Cîgirdaran ya ko Desthilata rewayetiya wê serbixwe ye ji Desthilata cîbicîkirinê. Herweha palpiştî dike ser hilbijartina serok komar di demeke pêncsalî de . tenê ji bo gerekî dubare dubare tê bijartin, bê ko nû an dirêjtir bibe.
  5. Sûriya nû palpiştî dike ser yasayeke Partiyên siyasî , û yeke dî ji bo hilbijartinan û ragihandinê û rojnamegeriyê, ji bo misogirkirina hevrikiyeke pak û durist di navbera wan de li ser bingeha wekheviya delîvedanê di ragihandin û rajeyên giştî de.
  6.  Cihêbûna Desthilata Yasadariyê ji Desthilata Cîbicîkirinê li gora misogirkirina pirensîpa serdariya yasayê bê ko tu kes parastî û di ser yasayê û sizakirinê re be, çimkî ew pirensîp tu kesan awarte nake. Herweha serbixwetiya yasayê cihbicih bibe bi bijartina Dadweran, û kontrolkirina Desthilata Cihbicihkirinê di karê yasegiriyê qedexe ye, û naba ko yasagir ji ser karên wan bêne avêtin ji bilî dema ko destdirêjî di karine nerewa de kiribin.
  7. Qedexekirina girtina li gora givêliyê desthilatê an li gora dilxerbûnê, û dorpêçkirina wê bi fermandariya Cîgirdariya giştî û qedexekirina hemû awayên renckirina laşî û derûnî da pêzanînan bi kotekî ji girtiyan bistînin, herweha yasagerî çavdêriyê bike di çaxê vekolînê de ya ko yasa dema wê terxan dike, da bêtin veguhastin bi bal Dadgeheke dad, ko mafê mirov tê de parastî be û hem Parêzerê girtî jî hebe.
  8. Tunekirina Dadgehên Ewlekariya Dewletê û Dadgehên taybet, û Dadgehên leşkerî tenê wê ji bo leşkeran bin. Herweha hemû yasayên awarte têne hilweşandin û Tawanbar têne guhastin bi bal Dadgehên normal de. Herweha wê nerîneke nû li yasayên sizakirinê bibe, û cûreyên tawankariyên siyasî yên ko Rêjîmê ew afirandine, û biryar bi yasaên ko li gora zagonên navnetewî ji mafê mirovan re bêne danîn. Hem jî bingeha yasayî: Tawanbar bêsûce heta tawana wî bi cih bibe.
  9. Herweha lênerîn li rewşa zindanan bibe û cihên rawestandinê û girtîgehan, Zindan bibin cihê çareseriyê hem girtiyan ji jiyana wî ya amade bikin, piştî derçûna wî ya siruştî.
  10. Parastina serbixwetiya Rêxistinên Sendîkeyan û yên kar ji karker û cotka û îşkar û pîşkaran û sendîkeyên taybet ji bo hunermendan û nivîskar û rojnamevanan û yên din.. û qedexekirina têwirdana desthilatê di karûbarê wan de û di jiyana wan yan navxweyî de û di erkê wan û misogirkirina programên taybetî wan û pêşdebirina abûriya niştimanî bi navgîniyên ko yasa destûrê dide wan û hem jî jiyankirin û xaneşîniya karkeran.
  11. Çalakkirin û damezirandina komîtên civaka sivîl û yên milî da hemû aliyên sivîl û milî bigire û guhdan bi komîtên mafê mirovan, û zarok û pêşdebirina jinê û wekheviya wê bi zilam re di maf û erk û kar de.
  12. Artêşa Sûriyê dezgeheke niştimanî giştiye, di bin kontrola Desthilata Cîbicîkirinê de ye, stûbariya wê parastina Welat ji dijmin û rizgarkirina xaka wê yî dagîrkirî, û leşker û efser jî dûr bin ji karê partîtiyê û hem jî têwirdanê di karûbarên siyaset û giştî de nake. 
  13.  Milkê taybet, mafekî sivîl e dewlet ewî diparêse di çarçoveya siyaseta abûrî û navtêdana projeyên berhemdanê û vekirina bazirganî û bergirtinê. Û Dewlet kar bike ji bo pêşdebirina siyasetan da misogerkirina piştgiriya civakî û alîkariya malbatê û pêşkêşkirina rajeyan ji bo kêmendaman di cih de û bi navtêdana rêkxistinên civaka sivîl. Herweha Dewlet şiyanê dike ji bo pêşdebirina perwerdeyê û çalakkirina lêkolîna zanyarî û berhemê wêjeyî û hunerî.
  14.  Sûriyê parek ji Komelgeha Dewletên Erebî ye û kar dike ji bo asêkirina pêwendiyên biratî û hevkarî di navbera Dewletên Erebî û Dewletîn derdorê de, yên ko ew bi Sûriyê re ji pêwendiyên dîrokî û berdêlkirina çandeyî û zanyarî û hevkariya bazirganî. Sûriyê bi mafê miletê filestînî yên dîrokî  û rewayî re ye û yê rewakirî di damezirandina Dewleta niştimanî û paytexta wê Qudis be.
  15. Sûrî, peymanên navnetewî yên ko dadmendî û aştiya navnetewî didamezirînin ji wan re rêzgitinê digire, hem jî rêzgirtinê ji hemû pabendên xwe re digire, yên ko serdarî û serbixwetî û yekgirtna xaka wê nepelînin.
ShareTweetSend

Related Posts

Belgeyên Fermî

Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî

February 24, 2013
Next Post
Encûmena Niştimanî ya Kurdî

Encûmena Niştimanî ya Kurdî

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.