Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra di destpêka civînên xwe yên ku sibeha îro pêncşemê li bajarê Tel Ebyad li Reqqayê dest pê kirin, kurte şiroveyek siyasî ji desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî re pêşkêş kir, tê de behsa rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê û bandora wan li ser dosya Sûriyê û rola giring a Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê di amadekariyên ji bo senaryoyên texmînkirî li Sûriyê.
El-Behra bi tundî gurkirina leşkerî ya rêjîma Esed û Rûsiya di van rojên dawî de li dijî cih û warên sivîlan ku bû sedema kuştina bi dehên sivîlan, zarok û jin di nav wan de hebûn, şermezar kir.
Û bang li civaka navdewletî kir ku tedbîrên biryardar bigre û dosya dadpirsînê li dijî tawankarên ku tawanên cengê pêk anîne aktîv bike, çi bi rêya Dadgeha Tawanan a Navdewletî be, yan li gor yasayên niştimanî yên li welatên ku yasayên wan rê didin ku dosyayên weha di wan de bên aktîfkirin.
El-Behra bal kişande ser wê yekê ku ev civîn di qonaxeke metirsîdar a ku herêm bi giştî ne tenê Sûriyê tê re derbas dibe de li dar dikevin, û sedema vê yekê vegerand hejmûna Îranê li ser Libnanê ji bidehên salan de û piştre berfirehbûna wê ber bi Iraq, Yemen û Sûriyê de, ji encama lihevkirinên di nav wan de çi yên ragihandî an ne nivîsandî.
El-Behra diyar kir ku dema şoreşa Sûriyê bi awayekî aştiyane dest pê kir û daxwaza çaksaziyê û serastkirina siyasetên stemkarî kir, rêjîmê bi hovîtî serederî pê re kir, rê li her derfetekê ji bo çareseriya siyasî girt, bi rijdî dirûşma xwe ya navdar bilind kir: “Esed an em welat dişewitînin”, ev yek bû sedema ku rejîmê Sûriyê ber bi wêraniyeke tam ve bir, û bi milyonan şehîd, birîndar, koçber û penaber çêbûn.
El-Behra her weha got ku tişta rêjîma Esed li dijî sivîlan kir, bi têkdana serweriya xelkê li ser dewleta Sûriyê bû, bi rêya vekirina xaka wê ji milîsên mezhebî yên têrorîst re, û encamdana hevalbendiyên ku rê didin ketina milîsên fermî û nefermî yên Îranê û anîna milîsên Hizbullah a terorîst.
El-Behra bal kişande ser wê yekê ku Îranê bi rêya vê destdirêjiyê ji bo domandina şer û nehiştina aramiyê li navçeyên derdor xebitî, ji bo dûrxistina civaka navdewletî ji rewşa ewlehî li hundirê Îranê û hiştina desthilatê û parastina programê otomî yê Îranê, û tekez kir ku Îranê xwîna xelkê deverê yên bêguneh û gurkirina mezhebî bikar anîne ji bo pêkanîna van armancan.
El-Behra diyar kir ku Israîla dagirker sûdê ji vê rewşê werdigire û êrîşeke hovane li dijî Gaza û Libnanê û beşekî ji Sûriyê pêk tîne, û tekez kir ku gelê Sûriyê pir guhdarê serwerî û serxwebûna dewleta Sûriyê û yekbûna axa wê ye û weke eniyeke yekgirtî li hember her pirojeyên cudaxwazî û dabeşkirinê radiweste, ew pirojeyên ji dema damezrandina dewleta Sûriyê ve bi ser neketine.
El-Behra erzankirina rejîmê ji serweriya Sûriyê û vekirina rê li ber Israîla dagîrker ji bo derbasî nav axa Sûriyê ya derveyî xêzên agirbestê bibe şermezar kir, û ji rêjîma Esed xwest ku pabendiyê bi berxwedanê wek ku dibêje bike, ku kes nabîne ku ew dike.
Serokê Hevbendiya Niştimanî her wiha her armanckirina sivîlên bêguneh li Libnan, Sûriyê û her cihekî din li herêmê şermezar kir, û daxwaza parastina serwerî û serxwebûna welatên herêmê û rawestandina destwerdana di karûbarên wan de kir.
Her wiha bang li civaka navdewletî kir ku ji bo çareseriyên domdar li herêmê bixebitin, ku di serî de dive berfirehbûna Îranê û destwerdana wê û karûbarên dewletên herêmê de rawestîne, û serweriya wan têk nede.
El-Behra hişyarî derbarê bandora vê gurkirina li herêmê li ser Sûriyê da, bi taybet bi hebûna her du hêzên leşkerî yên herî mezin li cîhanê li ser axa Sûriyê, Amerîka û Rûsya, û got ku heye şaşiyek bibe sedema tiştin nepêşbînkirî li deverê.
Û bal kişand ser wê yekê ku ev buyer tev erkên mezin û giring datînin ser milên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyê, ku wekê herî girîng parastina Sûriyê ye, û her şerek di navbera alî û hêzên Artêşa Niştimanî de nayê qebûlkirin, û aliyên beşdar di şer de daxwaz kir ku şer zû rawestînin û berê xwe bidin diyalogê di bin banê Wezareta Berevaniyê de ji bo rawestandina rijandina xwînê, dîtina çareseriyên guncaw û nehiştina nakokiyan, û pabendbûna bi organîzekirina artêşa neteweyî ji bo ku bi bandortir be, ji ber ku ev şer dê hemû aliyan li hember dijminê hevpar qels bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî